Weke ceza 3 roj ji meaşê polîsên ku îşkence li zarokek kirin hat birîn!

Di lêpirsîna dîsîplînê ya têkildarî polîsên ku li navçeya Licêya Amedê îşkence li zarokek 14 salî kiribûn tê meşandin de, tenê cezayê “3 roj ji meaşê wan birîn” û “cezayê pêşvebirina kademê” hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Licêya Amedê piştî pîrozbahiya Newrozê di 21’ê Adara 2023’yan de polîsan zarokê 14 salî Y.D. revandibûn, îşkence lê kiribûn. Ji amirê polîsan Aykut Oral û polîsên bi navê Îsamîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak ji doza der barê wan de hatiye vekirin tên darizandin. Her pênc polîs jî ne girtî ne û ji “gefxwarina li azadiyê” tên darizandin. Danişîna çaremîn a dozê sibê dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Licê bê lidarxistin

Ewraqên nû li dosyayê hatin zêdekirin

Li aliyekî darizandin didome li aliyekî jî ewraqên nû li dosyayê hatin zêdekirin. Lêpirsîna dîsîplînê ku Desteya Teftîşê ya Midûriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) der barê polîsan de amade kiriye, li dosyayê hat zêdekirin. Her pênc polîsan di beyanên ku dane Desteya Teftîşê de îdia kirine ku wan li Y.D. nexistiye û “zirar nedane can û mal.” Desteya Teftîşê jî delîlên şênber ku her 5 polîsan telefona Y.D. avêtine tune ne hewceyî bi cezakirina polîsan nedît.

Polîs ‘bi qisûr’ hatin dîtin!

Desteya Teftîşê têkildarî birîndarkirina Y.D. her pênc polîsan “bi qusûr” dît û da zanîn ku sûcê “kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” çênebûye.

Desteyê ji ber ku polîsan li Y.D. xistiye û ev jî wek hinceta ku di nav kar û barên fermî de rêz û baweriya xwe kêm kirine û kirinên wan ne li gorî mirovî ne daye nîşandan û ji ber vê yekê cezayê, “pêşketin ango kademeya polîsan” ji bo 16 mehan li wan biriye. Desteyê ji sûcê “kes ji azadiya wî bêpar hatiye hiştin” jî tenê cezayê “şermezarkirinê” da polîsan.

Piştî bûyerê bê destûr çûn derveyî bajêr

Ji polîsên sûcdar Aykut Erol, Hayrettîn Çakmak û Gokhan Bay dema bûyer pêk anîbûn xwestibûn birevin Stenbolê û di rê de li Enqereyê hatibûn binçavkirin. Polîsan îdia kiribûn ku ew nereviyan e û terorê wan hedef daye nîşandan û gotibûn ku ew bi armanca biçin serdana parêzerên xwe diçûn Stenbolê. Desteyê tenê ji bo vê çûyîna polîsan a Stenbolê ku destûr ji amire xwe nexwestibûn cezayê “3 roj ji meaşê wan bê birîn” da her sê polîsan.