Wê Sêyemîn Konfaransa Jinên Iraqî bê lidarxistin

Sêyemîn Konfaransa Jinên Iraqî Li Ser Qirkirina Jin (Jinên Êzidî) li Bexdayê bi beşdariya gelek jinên ji bajarên Iraqê wê sibe were lidarxistin.

Şengal – Wê di 25’ê tîrmehê de ango sibe bi bonaye 10’yemîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê pêk anîn, Sêyemîn Konfaransa Jinên Iraqî Li Ser Qirkirina Jin (Jinên Êzidî) bê lidarxistin. Dê konferans li Bexdayê ya paytexta Iraqê bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Weqfa Jinên Iraqê û beşdariya gelek jinên ji bajarên Iraqê bi dirûşmeya ‘Bi Têkoşîna Hevbeş, Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ were li darxistin.

Berdevaka Dîplomasiya TAJÊ û Endama Komîteya Amadekar ya Konfaransê Sûham Şengalî derbarê konfaransê de ev agahî da:

“Em nêzî 10’yemîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxê li ser Şengalê dibin. Ez şehîdên Fermana 74’an bi rêzdarî û mînet bi bîrtînim û bejna xwe li hemberî bîranînên wan di tewînim. Bi rasthatina 10’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an, em weke TAJÊ li gel Weqfa Jinên Iraqê û her wiha li gel Munadema Ol a çanda jin û zarokan em ê 3’yemîn Konfaransa Jin lidar bixin. Ev konfarans wê li ser asta Iraqê, li Bexdayê were li darxistin. Armanca me ya konfaransê ew e ku li ser asta Iraqê bi taybet li dijî fermana ku civaka Êzidî li Şengalê jiyan kirî, bi cîhanê bidin naskirin. Her wiha ji bo carek din qirkirin, ferman li ser civaka Êzidî dûbare nebe, em vê konfaransê li dar dixin û têkoşîna xwe berfireh bikin.”

Wê rewşa tevahî jin û civaka Êzidî were nîqaşkirin

Sûham Şengalî diyar kir ku wê li ser asat Iraqê jin beşdarî konfaransê bibin û wiha got: “Ji tevahiya parêzgerên Iraqê wê jin beşdarî konfaransa me bibin. Di nav konfaransê de wê rewşa jinê bi taybet rewşa civaka Êzidî piştî 10 salan rêxistinkirina civaka Êzidî, sîstema ku em li Şengalê pêşdixin, li gel jinan were nîqaşkirin. Rewşa jinê li ser asta Iraqê di aliyê hiqûq, siyasî û civakê de nîqaş werin meşandin.

Em carek din bi rast hatin 10’emîn salvegera fermanê de em ê têkoşîna xwe hê bêhtir li ser asta Iraqê û cîhanê berfireh bikin. Saziyên ku em bi wan re vê konfaransê li dardixin em ê bi hevbeş vê xebatê bidin meşandin. Ji ber em weke jin dixwazin têkoşînek hevbeş were meşandin. Konfaransa me wê bi dirûşmeya ‘Bi Têkoşîna Hevbeş, Li Dijî Qirkirina Jinê Bibe Dengê Xwe Parastinê’ were li darxistin. Daxwaza me ji hemû jinan ew e ku berfirehî vê konfaransê bişopînin û em carek din di şexsê şehîdên fermanê de tevahî şehîdan bi bîrtînin û bejna xwe li ber di tewînin.”