Wê rûniştina duyem a parlementoya Iraqê li ser Zagona Rewşa Kesane be

Hat ragihandin ku wê îro Parlamentoya Iraqê civîna xwe ya asayî li dar bixe. Li gorî bernameya civîna îro, wê rûniştina duyem li ser pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekemîn ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê hat kirin. Li gorî nêrîna pisporan ger ev zagon were guhertin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir werin binpêkirin. Her wiha wê bi vê guhertinê di dema hevberdana jin û mêr de, mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinan were girtin. Her wiha bi guhertina vê zagonê re wê rê li zewaca zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 15 salî vebe, zewac ji derveyî fermiyetê be. Îro parlamentoya Iraqê da cara duyem di civîna asayî de li ser pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê bisekine.

Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê têkildarî naveroka civîna îro ya parlamentoyê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê îro parlamentoya Iraqê xwendin û dengdanê li ser şeş proje zagonan bike. Yek ji wan jî wê xwendina duyem a li ser pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê be.