‘We pir dema me dizî niha dema jinan e’

Komaleya Dema Jinan bi nêzbûna 8’ê Adarê re lez da xebatên xwe. Seroka komaleyê Dîlek Başalan bal kişand ku jin ji têkoşîna hevbeş hê zêdetir hêzê digrin û got: “Em ê hê bi rêxistinbûyî hê bi mezûnbûnê werin.”

SERPİL SAVUMLU

Stenbol – Li Tirkiyê her roj jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Li welatê ku qetilkirina jinan her sal zêde dibe, mirinên bi guman ên jinan jî bi heman awayê balê dikşîne. Ji aliyê wezaretan ve derbarê qetilkirina jinan ango rêjeya tundiya li ser jinan de daneyek fermî ango daxuyanî nîn e. Tenê li gor daneyên ji nûçeyên ku di ragihandinê de hatine dayîn li Tirkiyê di navbera salên 2018-2023’an de 897 jin ji aliyê mêran ve hatiye qetilkirin. Dîsa di heman salan de mirina 123 jinan weke mirinên bi guman ket qeydan. 

Jin herî zêde ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve ji ber ku derbarê jiyana xwe de biryar girtine, hatin qetilkirin. Mal weke cihên tundî ango qetlîaman derbas bû. Di demên dawiyê de bi taybetî li kolanan û bi awayekê aşkere pêkanîna tundiya li ser jinê balê dikşîne. Daneyên herî dawî li welat hat aşkerekirin destnîşan dike ku ji sedî 43,6’ê jinan xwe di mala xwe de bi ewle hîs nakin. Tenê ev dane jî derbarê ewlehiya jinan de gelek tiştan destnîşan dike. Daxuyaniyên ku piştî qetilkirinan tê dayîn, polîtîkaya bê cezatiyê ya li darazê û bi taybetî bi hilbijartina dawiyê tîfaqa dijberî jinan a desthilatê, êrişên li ser mafên bidestxistî ya jinan di demê ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin rojevên sereke ne.

Jinên ku li hemberî hemu êrişan li ber xwe dan, tê xwestin ku di bin zextan de bê girtin. Çalakvanên ku bi sepanên binçavkirinê, girtin, avêtina ser malan û gelek polîtîkayên din ên çewisantinê re rû bi rû tên, bi zêdebûnê têdikoşin û qadan tijî dikin.

Di demekî ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin rojeva jinan çi ye, sepanên li rojava û rojhilat û dirûşmeya ‘têkoşîna hevpar’ li kolanan çawa jiyanî dibe em bi Seroka Komaleya Dema Jinan Dîlek Başalan re axivîn.

‘Sedema herî girîng a zêdebûnê bê cezatî ye’

Dîlek Başalan anî ziman ku weke di daneyên li Tirkiyeyê de jî dixuye tundiya li ser jinan zêde bûye û got: “Ne tenê di cinayetên jinan de, hemu cureyên tundiyê zêde bûye. Tundiya dernûnî, mobbîng, tundiya aborî. Ger em weke jin li vê erdnigariyê dijîn, ger em li Tirkiyeyê ne em dikarin bi her cûre tundiyê re rû bi rû bên.” Dîlek Başalan anî ziman ku sedema sereke ya zêdebûna tundiyê polîtîkaya bê cezatiyê ye û destnîşan kir ku her çiqas ev ji hin kesan re ji rêzê were rastiyek bi vê rengê li holê ye.

‘Kuştina jinekê sûc nayê hesibandin’

Dîlek Başalan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em nabêjin ku bila tu kes ji girtîgehan dernekeve, heta hetayî bê cezakirin. Lê di salên dawî de bi yasayên torbe bi hîn guhertinên yasayî serbestbûnên bi venêrîn hat derxistin. Serbestbûnên bi venêrîn li girtiyên siyasî, li jinên ku parastina jiyana xwe kirine nayê pêkanîn. Lê li di dozên îstîsmarê, destdirêjî, cinayetên jinan de daxistina cezayan tê pêkanîn. Me bi mînakên şênber vê dît. Piştî ku jina pê re zewicî ye dide ber kêran dikeve girtîgehê, bi serbestiya bi venêrîn derdikeve, piştî derketinê vê carê jî jinê dikuje. Ev her çiqas mînakek be jî divê kesên yasayan diyar dikin birûnên û li ser vê bifikirin: Em li ku derê şaşîtî dikin? Ji ber ku kuştina kesekî ne ewqas hêsan e.

Jinekê ji jiyanê qûtkirin ne ewqas hêsan e. Lê bi polîtîkayên heyî yên tên meşandin kuştina jinekê mixabin weke sûcekî têr nayê hesibandin. Ev tiştekî pir giran e. Ev  viya jiyan dikin. Jinên ducanî tên lêdan. Li kolanê dema em dikenin ango ji ber cil û bergên xwe em bi tacizê re rû bi rû tên. Paşê dema ku li hemberî vê ebrtek raber dikin heya tundiya fîzîkî jî diçe. Mêr êdî di xwe de vê yekê wek heq dibînin. Ango mînak dema em li cihekî dimeşin, dikarin li AVM an jî kolanê dîmenê me bgirin û li ser medyaya civakî parve bikin. Ya rast mîna vê gelek mînak hene. Li cihekî ku polîtîkaya bê cezatiyê bi sazî bûye wisa dixuye ku dê bûyerên bi vê rengê zêdetir bibin. Bê guman li hemberî van emê têkoşîna xwe hê bilindtir bikin.”

‘Desthilat ji lawaziya muxalefetê hêz girt’

Dîlek Başalan a di axaftina xwe de li ser vê rewşê hîn partiyên muxalîf rexne kir anî ziman ku zêdebûna tûndiyê ne tiştekÎ nû ye û ji ber ku li hemberî vê yekê deng nehatiye bilindkirin bûye rewşekî zehmet. Derbarê vê yekê de wiha axivî:

“Heya vê rojê ya rast ji ber lawazbûna muxalefeta tê meşandin, desthilatdariya heyî ewqas hêz girt. Dema ku mafên me hêdî hêdî ji destê me diçûn ev maf çawa çûn? Bi dengdanên li Meclîsê çûn. Yasa û yên yasayan datînin ji hev hêz girtin. Mixabin partiyên muxalefet dema ku mafên jinan dihat desteserkirin û li ser vê dengdan çêdibûn, şer, aborî û zêdekirina buhayan jî di nav de, hemu dema ku di dengdanan de dest hat rakirin çêbû. Bi vê yekê re gelek mafên jinan hat desteserkirin. Ez viya heya 2015’an dibêjim...

Ez piştî 2015’an nanirxînim ji ber mixabin xebat têrker jî nebûn. Ji ber ku parêzbendiya gelek wekîlan hat rakirin, wekîltiya gelek wekîlan hat rakirin. Heyanî beriya 2015’an desthilatdariyekê ku hat bihêzkirin heye. Ev desthilatdarî di nav salekê ango du salan de nehat vê rewşê. Bingehekî ku van amade kir û bihêz kir hebû. Niha weke jin em zehmetiyên vê dijîn.”

 ‘Ji kolanan venagerin’

Dîlek Başalan anî ziman ku di dema betalkirina Peymana Stenbolê de dengekî bihêz hatiye derxistin û qala têkoşîna jinan a ji bo peymanê hê didome kir. Dîlek Başalan got, “Jin hê parazvaniya peymanê dikin. Ev rewş carna di dosyayên me yên binçavkirinê de weke sûc cih digre. Belavkirina me ya belavokên Peymana Stenbolê, weke sûc hat hesibandin. An jî çûyîna me ya çalakiyên ji bo Peymana Stenbolê, beşdarbûna min a nav vê rêxistinbûnê weke sûc hatibû hesibandin. Ya rast pirsgirêk çiqas mezin e divê ji paşerojê heya roja îro bê nirxandin.”

Dîlek Başalan anî ziman ew difikre ku di warê civakî de guhertinekê mezin heye û bal lê kişand ku bi taybetî li hemberî binpêkirinan di navbera jinan de tîfaqek tam heye. Dîlek Başalan wiha domand: “Dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin ev carek din derket holê. Di nav hefteyekî de em du hevdîtinên mezin dikin. 3’ê Adarê em li Kadikoyê hatin ba hev weke Platforma 8’ê Adarê. Li vir gelek rêxistinên jinan cih girt. Em vê salê hê mezintir bûn. Di 8’ê Adarê de bi salan e em li Cadeya Îstîklalê ne li Taksîmê ne. Di 8’ê Adarê de wê carek din bi hezaran jin ew şev li wir bin. Ya rast guhertinek civakî heye; jin ji kolanan venagerin.”

 ‘Em ê teqez hesab bipirsin’

Dîlek Başalan da zanîn ku yasayên derbarê jinan de hene lê nayê pêkanîn û wiha got: “Yasa her tim hene lê carna di nav lêvên hîn kesan de ne pêkanîn û nepêkanîna wê. Niha mîna 6284. Carna dibêje tundiya nav malê û vedigerîne. Dema hun diçin qerekola ku naxwaze 6284 pêk bîne her cûre zehmetiyan derdixe pêşberî we. Em hewl didin 6284 biparêzin. Em ji hemu kesên ku serlêdana me dikin re behsa mafên ku 6284 dide dikin. Mafê jinan a serlêdanê heye û mafê me yê şopandina vê serlêdanê heye. Ji ber em dizanin ku dê ev roj derbas bibin. Em dizanin ku jinên me serlêdan kiriye û bersiv ji wan negirtiye an go biryara wan a parastinê heye hatine qetilkirin. Ji bo wan teqez emê hesab bipirsin. Li cihekî mekanîzmayekê ku jinan naparêze heye. Weke rêxistinên jin, wek parazvanên mafên mirovan em yek bi yek van not digrin û teqez ev qeyd dê rojek ji bo jinan bibe guhertinekê erenî.”

 ‘Ji bo jinên Kurd Peymana Stenbolê qet nebû’

Dîlek Başalan got, “Li vê derê em li Stenbolê dibêjin 6284 kê li Amedê, li Êlihê, li Wanê ya rast 6284 qet nîne. Qet nebû ango Peymana Stenbolê qet nebû. Em vê ji Gulîstan Doku, Îpek Er, Fîrdevs Babat dizanin” û bal kişand zehmetiyên têkoşîna ji bo jinan a li bajarên Kurdan. Dîlek Başalan got, “Herî dawî li Êlihê Rojvelat heye. Ji ber ku me Gulîstanê nedît û aqûbeta Gulistan nepirsî niha Rojvelat jiyan nake. Musa orhan (kiryarê Îpek Er) ceza girt, lê li ku ye? Li derve ye. Dema ku em beşdarî daxuyaniyek çapemeniyê dibin derbarê me de cezayên herî giran tê xwestin, em tên darizandin û girtin. Feraseta ku çi 3 meh çi 30 sal be jinan digre, dema ku ji ber bilêvkirina mafên xwe yê herî rewa tê girtin, kesên ku jinan ber bi mirinê ve dibin nayên girtin. Mixabin mekanîzmayek parastina wan heye. Unîformayek wî heye. Ji ber ku jinek Kurd hatibû qetilkirin. Jinek Kur întîhat kiribû. Ev jî ne pir sûcekê mezin bû. Em behsa gelekî dikin ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, hewl tê dayîn ku çanda wê bê qedexekirin. Wendakirina kesekî bi van re pir bandor nabe. Ji ber ne bi bandor e jî tên xelatkirin. Ji ber wê gelek kes li derve ne.”

 ‘Polîtîkayek dirû heye’

Dîlek Başalan, axaftina xwe wiha domand: “Dema ku em li vir ji bo 6284 têkoşînê didin çima li Amed, Êlih, Rihayê 6284 nayê pêkanîn. An jî çima jin li vê derê ji bo 6284 têkoşînek nameşînin. Ji ber naxwazin serlêdana kesê ku weke kiryar dibînin û baweriyê pê naynin bikin. Ji ber vê li van deran polîtîkayek dirû heye. Li van deran em di ferqa van de ne. Bi zehmetiyên ku em li vê derê pê re rû bi rû tên û tiştên ku li Amedê rêxistinên jinan ango jinên li wê derê pê re rû bi rû dimînin pir cûda ne. Ji ber em li Stenbolê dijîn. Ji ber wê dema li vir qadekî me yê konforê yê qismî hebe jî çalakiyên ku li wir tê kirin dibe sedema encamên hê mezintir. Cezayên pir girantir li jinan tê birîn. Her ku ev ceza zêde dibin, her ku polîtîkayên qayûmê bipêş dikevin, navendên piştevaniya jinan tê girtin mekanîzmayên ku jin serlêdanê bikin teng dibe. Jina ku nikare serl3Edanê bike û jina ku naxwaze biçe cihê ku xwe aîdê wir nabîne di nav tundiyê de carna bê çare dimîne carna jî ber bi întîharê ve tê kişandin.”

 ‘Dixwazin Tevgera Jinên Kurd bi tene bihêlin’

Dîlek Başalan anî ziman ku desthilatdarî ji hêza jinê ditirse û got, ji ber vê yekê jin rastî êrîşan tên. Dîlek Başalan bi bîr xist ku di meha Çile de jî hatiye binçavkirin û diyar kir ku ji ber xebatên Tevgera Jinên Kurd qebûl kiriye ew bûye hedef û wiha pê de çû: Hewl didin hem Tevgera Jinên Kurd û hem jî hemû saziyên bi van jinan re dimeşin terorîze bikin. Em jî li Stenbolê bi jinên Kurd re xebat didin meşandin. Em bi Tevgera Jinên Kurd a Stenbolê re jî, mîna rêxistinên din ên jinan, bi awayekî pir xweş dixebitin, hev xurt dikin û her tim piştgiriyê didin hev. Divê wisa be. Lê dixwazin Tevgera Jinên Kurd tenê bihêlin.”

‘Emê bi hevdû re tekoşînê berdevam bikin’

Dîlek Başalan di berdevamiya axaftinên xwe de got: “Dema xebatên TJA bersiv digre tê xwestin ku vala derxînin. Me bere jî diparast em aniha jî diparêzin TJA tevgerek jin e û tekoşîna jinê dide. Heya aniha xebatên aşitiyê dimeşîne. Hertim bûye tevgerek jinê ku ji şer re gotiğe bes e, ji bo aşitiyê tekoşîn daye meşandin û hertim alternatîfan xistiye holê” Dîlek Başalan axaftinê xwe wiha berdevam kir:

“Encama van zextan nîne. Ji ber ku hîn jî tevgerek jin a ku xurt û mezin dibe heye û her ku xwestin jinên Kurd tene bihêlin li beranberî vê tevgerên jin ên din, rêxistinên civaka sivîl, yan bi sazî yan jî bi kesayetî hertim li cem wan bûn. Li gor min ev piştecanî pir bi nirx e. Me vê di pêvajoya binçavkirina me de jî dît. Em 19 kes bûn li Stenbolê bi dayikan re bûn. Kesên ji hevdû pir cüda hatibûn binçavkirin. Herkes di got ev çiye. Me dixwest ev binçavkirina mezin fêm bikin. Roja 2’an ji xwe me fêm kir ku tene bi TJA re girêdanek te hebe, tu wêneyek de hebî, te bi telefonek re jî axivî be, di çalakiyan de li kêlaka hev bî jî suc tê dîtin. Peyam tam jî ev bû: Hûn nikarin bi wan re werin cem hev. Hûn nikarin xwe rêxistin bikin lê em xwe rêxistin jî dikin û bi hevre tekoşîn jî didin meşandin.”

‘Êdî em nahêlin wextê jinan bê dizîn’

Dîlek Başalan, bal kişand ser girîngiya meşa bi hev re ya ji bo jinan jî û diyar kir ku ew ji her demê bêhtir xwe bi hêztir hîs dikin. Dîlek Başalan herî dawî ev tişt got:

“Em dikarin bê cudahî li kêleka hev bisekinin. Mînak dema ku li Amedê li ser Komeleya Jinan a Roza an jî TJA’yê serdegirtin çêdibe, em dikarin tavilê dengê xwe li Stenbolê bilind bikin. Dema ku em Garîbe Gezer winda bikin, em dikarin wek hemû platformên jinan ên Stenbolê dengê xwe bilind bikin. Em her sal li kolanan aqûbeta Gulistan Doku dipirsin. Em dikarin li kêleka hev bin û hêzê ji hev bigrin. Dema ku mijar dibe jiyana jin û zarok, jin dikarin bi hev re bin. Dema destkeftiyên me tê xesp kirin jî em dikarin bivdûre bin. Hêvîdar im ev rewş bi pêşengiya jinan di tevahiya civakê de xwe bide der. Ji ber şerê meran civak hat vê rewşê. Em hem li hember mêr hem jî li hember desthilatdariyê tekoşînê didin meşandin. Em weke Komeleya Jinê ya Demê vê 8’ê Adarê bi dirûşmeya “We gelek wextê me dizî, êdî dema jinan e.” bimeşin. Em ê êdî nehêlin dema jinan bê dizîn Em ê hîn bi rêxistin û mezinbûnê werin."

Biz bu 8 Mart’ta Kadın Zamanı Derneği olarak bir şiarımız var ‘Çok zamanımızı çaldınız şimdi kadın zamanı’ bu pankartla yürüyeceğiz. Artık kadınların zamanlarını çaldırmayacağız. Daha da örgütlü daha da büyüyerek geleceğiz.”