Wê Hevserokên HDP’ê biçin herêmên erdhejê

Hevserokên giştî yên HDP’ê wê biçin herêmên erdehjê. Wê Pervîn Buldan biçe Semsurê, Mithat Sancar jî wê biçe Hatayê.

Navenda Nûçeyan – Hevserokên giştî yên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan Û Mithat Sancar wê biçin herêmên erdehejê.

Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê beşdarî xebatên heyetan bibin ku di nav wan de Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê partiyê ve hatiye avakirin, koordînasyonên parêzgehan û wekîlên herêmên erdhejê hene. 

Pervîn Buldan wê tevî  berdevka HDP Ebrû Gunay, wekil Kemal Bülbül, Şevin Coşkun û Abdullah Koç biçe Semsûrê. Mithat Sancar ku wê biçe Hatayê, wê îro destpêkê biçe Adana ji wê derê jî wê derbasî Hatay bibe.