Wê HDP bi Partiya Kesk a Çep bikeve hilbijartinê

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyarkir ku wê bi Partiya Kesk ya Çep (Yeşîl Sol partî) bikevin hilbijartinan.

Navenda Nûçeyan- Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Mîthat Sancar bejşarî bernameya bi navê “Maseya lîderan” a zindî ya Halk TV bû. Mîthat Sancar di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku ji ber windahiyên giran û bedelên giran ên di erdhejê de wan biryar daye ku rewşa namzediyê di ber çavan re derbas bikin û got: “Ev erdehej tenê ne karesata xwezayî ye, felaketeke siyasî ye. Di vê felaketê de windahiyên me gelek bûn. Erdheja ku di vê pêvajoya nêzî hilbajrtinê de qewimî, ji bo me bû peyamek bi êş, ji ber wê me biryar da em riyeke cuda bişopînin.” 

‘Em ê bi Partiya Kesk a Çep bikevin hilbijartinê’

Mîthat Sancar da zanîn ku hilbjartinek herî xeternak a dîrokê li pêşiya wan e û wiha domand: “Pêvajoya hilbijartinê gelek girîng e. Di guherîna vê desthilatdariyê de, ji bo em vegerek demokratîk pêk bînin, em li gel tifaqên xwe bawer dikin. Em ê bi Partiya Çep a Kesk (Yeşîl Sol Partî) bikevin hilbijartinê. Ger Partiya Kesk a Çep jî bihata astengkirin me yê  alternatîfên cuda derbixista.”

Mîthat Sancar bal kişand ku tu riya destkeftiyan bixe xeterê ji aliyê tifaqan ve nayê qebûlkirin û wiha got: “Em hemû hevsengiyan di çav de derbas dikin. Ev tifaqe bi hêsanê nehat avakirin. Xebatên me yên ji bo berfirehbûnê berdewam dikin. Bi kurtasî Tifaqa Ked û Azadiyê wê tu caran sedemên ku destkeftiyên bikevin tehlûkeyê qebul neke. Em ê furmula ku encama herî baş bide bibînin. Di mijara lîsteya hevpar de mutabaqata me heye. Em li ser xebatên furmulên ji tifaqên din cudatir dixebitin.”