Wê doza Gulistan Tara û Hêro Behadîn bibin Dadgeha Navnetewî

Rojnamevanên Ewropa ku serdana cihê kar yê şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn ya li Kompanyaya Çetir kirin, diyarkirin ku wê doza rojnamevanên hatin qetilkirin bibin Dadgeha Navnetewî.

Silêmanî – Komek ji rojnamevanan li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin qetilkirin, ji Ewropayê hatin Silêmaniyê, Şande duh gihişt Silêmaniyê û wê 3 rojan li bajar hevdîtinan pêkbînin.

   

Şandeya ku ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê, îro çûn serdana cihê karê rojnamevanên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn ya li Kompanyaya Çetir. Şandeyê hevxemiya xwe ji bo şehadeta rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn anîn ziman û piştre bi endamên kompanyayê re behsa rola ragihandina azad kirin.

Wê dozê bibin Dadgeha Navnetewî

    

Şandeyê ragihand ku ragihandina azad destpêkê ji çend kesan destpê kir, lê niha bi sedan kes li ser wê rêbaza rast kar dikin û tiştek wê gav bi wan nede paşde avêtin. Herwiha di serdanê de bang li ragihandina azad hate kirin ku hewldanên xwe zêdetir bikin û dengê heqîqet bigihînin cîhanê. Şandeyê da zanîn ku ewê ji bo doza rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn kar bikin û wê dozê bibin dadgeha navneteweyî.