‘Wê bi xweparastina jinan sîstema kapîtalîzmê hilweşe’

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Efrîn-Şehbayê Wehîda Xelîl der barê hemleya ‘xweparastin’ a PAJK û KJK’ê ku di 15’ê Nîsanê de ragihandin de axivî û got: “Hemleya xweparastinê riya bilindkirina têkoşîna jinan e.”

HESNA MIHEMED

Şehba - Koordînasyonên Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komalên Jinên Kurdistan (KJK) di 15’ê Nîsanê de daxuyaniyek hevpar a nivîskî weşandin û ji bo pêşxistina xweparastinê bang li tevahî jinên cîhanê kirin. PAJK û KJK’ê diyar kirin ku xweparastina jinan divê ji netew dewlet, desthilatdarî û pergala mêran qut be û ger xwe bispêre rêxistinbûyîna xwe dikare xwe biparêze.

Endama Meclisa Partiya Demokratîk (PYD) a kantona Efrîn-Şehbayê Wehîda Xelîl der barê hemleya xweparastinê de ji ajansa me re axivî.

‘Jin îro li her derê dengê azadiyê bilind dikin’

Wehîda Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên jinan ên di nava civakê de dide meşandin û got: “Di dirêjahiya dîrokê de ji hêla hêzên desthilatdar ve jin bê îrade, hebûn, nasname û rol hatin hiştin. Dema digotin jin, yekser tenê malbat, zarok û xizmeta malê dihat bala mirovan. Ji bo ku jin vegerin rastiya xwe, gelek ked û têkoşîn hatin dayîn. Jinan bi riya tevlibûna xeta azadiyê û meşandina xebatan cewhera xwe ya esas nas kirin û mafên xwe bi dest xistin. Sîstema desthilatdar di şexsê jinan de bû sedem ku civak ker, lal û kor bibin û li gorî berjewendî û daxwazên xwe tevbigerin. Jin, îro li her derê ne û dengê xwe ji bo azadiyê bilind dikin.”

‘Hemleya xweparastinê riya bilindkirina têkoşîna jinan e’

Wehîda Xelîl der barê hemleya xweparastinê de ew tişt got: “Ji bo parastina nirx û hebûna jinan di nava civakê de gelek hemleyên cur bi cur hatin lidarxistin. Herî dawî hemleya xweparastinê ya KJK û PAJK’ê ku li dar xistine, hemû tevgerên jinan ên li cîhanê cihê xwe di nav de girtin. Dema ku jin xwe bi rêxistin bikin, hêza xwe ya dîplomasî bi pêş bixin, xwe diparêzin û xwedî li îradeya xwe derdikevin. Jin bi vîna xwe dikarin parastina zarokên xwe û di heman demê de parastina civaka xwe bikin. Li hemberî hemu cure tundiyê jin têdikoşin û em ê ne tenê 25’ê Mijdarê bikin roja têkoşîna li dijî tundiyê, em ê hemu roj û kêliyên xwe bikin têkoşîn û serhildan. Ji ber ku ev têkoşîn û serhildan ne li gor sîstema kapîtalîzmê ye, ji hemû aliyan ve êrişên xwe yên li ser jinan zêdetir dike. Bi rê û rêbazên şerê taybet dixwazin careke din hêz û kesayeta jinan di nava civakê de bidin çewisandin. Sîstema hevserokatiyê di nava pergala neteweya demokratîk de derbeya herî mezin bû ji kapîtalîzmê re.”

‘Parastina jinan parastina civakê ye’

Wehîda Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku wê li dijî êrişên tunekirinê hêza têkoşînê ya jinan bilind bikin û wiha got: “Li dijî hêzên kapîtalîst ku dixwazin di kesayeta jinan de civakê biçewisînin û tune bikin, jin hebûn û têkoşîna xwe bi riya perwerde, civîn û çalakiyan bilind dikin û hevgirtina xwe xurt dikin. Em jinên Efrînê yên ku ji cihên xwe koçber bûne têkoşîna xwe bilind dikin û tevli hemleya xweparastinê dibin. Ji ber parastina jinan, parastina civakê ye. Armanca me ya sereke ew e ku em civakek ekolojîk û polîtîk ava bikin.”

‘Divê hemû jin xwe di nava hemleyê de bibînin’

Wehîda Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinan kir: “Banga me ji hemû jinên cîhanê û tevahî pêkhateyan re ew e ku ji çarçoveya malê derkevin û dawî li desthiladariyê bînin. Xwedî hêz û îrade bin, nehêlin ku kapîtalîzm we li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne, dîwarên koletiyê hilweşînin û bigihîjin azadiya xwe ya rast. Her wiha divê di serî de em xebatên xwe li ser bingeha mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo bidin meşandin. Îro bi saya fikir û ramanên Rêber Apo dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ li tevahî cîhanê belav bûye û ji bo wê banga me ji hemû jinan re ew e ku li derdora fikir û felsefeya Rêber Apo kom bibin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî xebatan bidin meşandin.”