‘Warê xwedawendan’ Minbic carek din di bin dagirkeriyê de ye!
Minbic a ku ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin û Rêveberiya Xweser di 8 salan de ji nû ve ava kir, carek din hat dagirkirin. Li bajarê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin li dijî jinan sûcên revandin, komkujî tê kirin.
SÎLVA ÎBRAHÎM
Minbic – Bajarê Minbicê welatê xwedawend Atargatîs bû şahidî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Gelek caran hat rûxandin û ji nû ve hat avakirin. Niha di heman pêvajoyê re derbas dibe. Piştî ku di sala 2016’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin Rêveberiya Xweser ji nû ve jiyanê lê afirand. Bi dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî careke din vedigere rewşeke xirabtir. Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li Minbicê berdewam dikin.
Bajarê Minbicê yê dagirkirî 30 km. dikeve rojavayê çemê Firatê. Yek ji bajarên ku di dîroka xwe de ji gelek şaristaniyan re bûye şahid e. Weke welatê xwedawendan tê naskirin. Yek ji herêmên zindî û cihekî girîng ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Bajarê Minbicê yê dîrokî bi gelek navan tê naskirin mîna Hierapolis, Nabug, Nabijo, Adessa, Letta Ashur û Atargatis ku tê texmînkirin di sedsala 12’an a piştî zayînê de ji aliyê kesên baweriya wan bi mezheba xwedawend Atargatîs heye hatiye avakirin.
Bajarê keçên deryayê...
Di şaristaniyên welatên biyanî de gelek nav hatin danîn û hat diyarkirin ku ew jêdera efsaneyê û navê keçên deryayê û hûriyên deryayê lê hat kirin. Yek ji wan navan jî Atarcatîs xwedawenda şînatî bereket û parêzvana Firatê ye. Dîroka bajarê Minbicê bi xwedawenda Asûrî "Atargatîs" yan jî "Atereta" ku yek ji navdartirîn xwedawendên li Sûriyeyê ye tê naskirin. Dêra wê niha li navenda bajêr e ku di demên berê de bi navê " Hierapolis" dihat naskirin. Li gorî lêkolînên şûnwarî yên li herêmê çêbûne tê teqezkirin ku 70 cihên dîrokî hene vedigerin serdemên dîrokî yên cuda.
Minbic 5 hezar salan di bin kontrola şaristaniyan de ma
Minbic yek ji herêmên herî zêde cihên dîrokî li cîhanê di nava xwe de dihewîne ye. Heta niha şûnwarên mîna avahîsazî keleh gorên kevirî û nexşên belgeyên endezyarî sembolîk mezhebî û felsefeyek kûr di nava xwe de dihewînin. 5 hezar salan Minbic di bin kontrola Roma, Sasanî, Memlûkî, Meqdûnî, Ebasî, Fatimî, Eyûbî, Moxolî, Osmanî û Fransiyan de ma. Ev yek vedigere hewaya wê ya xweş pirbûna avê û erdên zengîn ji ber nêzî ava Firatê ye her wiha ketina wê li ser riya bazirganiya cîhanî ya bejî û avî.
Her şaristaniya ku hat bajar wêran kir
Di dema şaristaniyên di ser Minbicê re derbas bûne de bajêr gelek caran hatiye rûxandin û ji nû ve ava bûye. Cihekî dîrokî û stratejîk bi dest xistiye ji ber cihê wê di navbera Rojhilatê Firatê û Rojavayê wê de ye di heman demê de nêzî sînorê Sûriye-Tirkiye û bajarê Helebê ye. Li kêleka wê gihaneka di navbera herêmên cuda yên gundewarên rojhilatî û Bakurê Helebê de ji ber wê her dem bûye navenda tevgera çandî û civakî ya zindî.
Yek ji xuyanîtirîn encamên şerê cîhanê yê yekem ketina Împaratoriya Osmanî ye ku Sûriye, Lubnan û Mûsilê xist bin desthilatdariya Fransiyan di wê demê de. Rewşa herêma Minbicê weke xwe ma piştî Intîdaba Fransî û dema di sala 1946’an de bi dawî bû, pêşketin wê demê çêbûn xelkê dest bi şopandina sîstema demokratîk kir û tevli partiyên siyasî yên cuda bûn û dibistan li Minbic û gundewarên wê belav bûn.
Desthilatdariya rejîma Baasê
Lê belê piştî Partiya Baasê desthilatdariyê li Sûriyeyê bi dest xist dest bi siyaseta derbkirina pêkhateyan bi hev ve kir. Hinek kesên din jî koçber kir û wan li welatên din bi cih kirin. Di sala 1999'an de sîstema Baasê bi sedan welatiyên gundên nêzî çemê Firatê li Minbicê neçarî çûyîna ber bi gundên rojhilatê bajarê Helebê ve kir ji ber gundên wan û erdên wan bi ava bendava Tişrînê tijî bûn. Bajarê Minbicê gelek pêşketin bi xwe re çênekirin tevî ku cihê wê gelekî stratejîk bû di wan deman de lê belê berovajî vê yekê rejîma Baasê bi hemû hewldanên xwe hewl da xelkên Minbicê ji hev qut bike û gelek nakokî û fitne di navbera eşîran de derxist ew jî bi riya dayîna pîrozbahiyan ji hinek eşîran re li ser hesabê yên din. Bajarê Minbicê bi pirçandiya xwe tê naskirin ji ber gelek çand û neteweyên cuda mîna Kurd Ereb Tirkmen û Çerkezan di nava xwe de dihewîne.
Bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re şêniyên Minbicê beşdarî xwepêşandanên li dijî rejîma Baasê bûn û yekem xwepêşandan di 21'ê Nîsana sala 2011'an de bû. Hinek komên çeteyan bajar di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dagir kirin û wê demê çete nikaribûn herêmê birêve bibin berovajî wê hemû şûnwarên bajêr talan kirin, qerebalixeke mezin çêkirin. Çeteyan di navbera hev de şer kirin heta meha Rêbendana sala 2014'an dema çeteyên DAIŞ'ê bajêr bi temamî dagir kirin, Minbic ji bajarê çandî veguherî bajarekî ku her dem ewrên reş li ser digere.
Dagirkeriya DAIŞ’ê
Di dema dagirkirina DAIŞ’ê de bajarê Minbicê ket nava tarîtiyeke wisa ku heta wê rojê, wî bajarî tiştek wisa nedîtibû. Jinên Minbicê dihatin revandin qetilkirin recmkirin heta mirinê û ji bilî van jî çîrokên meydanî û jêkirina destan ferzkirina cilên reş li ser jinan û jina vê yekê red dikin dihat celdkirin. Piştî kêmî 3 salan xelkên Minbicê bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê kirin ku wan rizgar bikin. Li ser vê yekê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê wê demê ava bû. Hemû şervanên wê ji zarokên bajêr bûn û bi serkêşiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê daxwaza welatiyan hat qebûlkirin û di 1'ê Hezîrana 2016'an hatin rizgarkirin.
Pêngava rizgarkirina bajêr 72 rojan berdewam kir û di 15'ê Tebaxa heman salê de rizgarkirina wê ji DAIŞ’ê hat ragihandin. Ev xaleke gelekî girîng bû ji bo jinan. Salên reş û tarî bi dawî bûbûn, gel azad bû jin dikaribûn cilên ji çanda bajarê xwe li xwe bikin. Dem bi dem jinên bajarê Minbicê baweriya xwe bi xwe vegerandin û bi îradeyeke xurt çek rakirin ji bo destkeftiyên xwe biparêzin û heta deqeya dawî jî parastina axa xwe kirin.
Ji tirsa berfirehkirina pêngava rizgarkirina Minbicê ber bi bajarên Cerablûs û Babê ve ku ew jî di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de bûn dewleta Tirk a dagirker di 24'ê heman mehê de ket axa Sûriyeyê û Cerablûs û Babê dagir kir, paşê herêmên din ji xaka Sûriyeyê dagir kir.
Piştî ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin ji nû ve hat avakirin
Keç û xortên bajarê Minbicê piştî rizgarkirinê, ji bo avakirina Minbicê beşdarî xebatan bûn ji bo careke din jiyan li wê derê lê bide. Bêguman bi saya Rêveberiya Xweser û tevgerên jinan ên li Minbicê hatin damezrandin pêşketin çêbûn. Jinan cara yekem di dîroka xwe de di bazarên kar de di hemû beşên civakî, siyasî, aborî, leşkerî û hwd. de cihê xwe girtin û roleke pêşeng di xizmeta civaka xwe de girtin.
Ji dema ku Minbic hat rizgarkirin ve heta niha, çavên dewleta Tirk a dagirker li ser wê bû. Her dem gefa êrişan li Minbicê dixwar û di heyama 8 salan de her dem dibû armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker. Li pey xwe bi sedan kuştî û birîndar dihiştin li kêleka wê jî şerê taybet ê li dijî welatiyan mîna qutkirina ava çemê Firatê û hewldanên derxistina fiteneyê di navbera welatiyan û Rêveberiya Xweser de. Ev hemû jî li pêşiya çavên hemû cîhanê dihatin kirin.
Minbic careke din hat dagirkirin!
Ji destpêka meha Kanûna îsal a ve dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişeke ji sê aliyan ve li ser bajarê Minbicê kir. Êriş bi çekên giran û balafirên şer û bêmirov pêk hatin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Babê û YPJ'ê berxwedanekê dîrokî meşandin. Bi dijwarbûna êrişan re Minbic hat dagirkirin. Piştî dagirkirinê çeteyan gelek caran hewl dan pira Qereqozak derbas bikin ji bo derbasî Kantona Firatê bibin. Lê belê Hêzên QSD'ê hemû êrişan têk birin û derbên mezin li çeteyan dan.
Ji aliyê Başûrê Rojhilat ve jî dewleta Tirk a dagirker hewl da Bendava Tişrînê kontrol bike xwe bigihîjîne kantona Tebqayê lê belê hemû êriş ji aliyê şervanên YPJ'ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin têkbirin. Lê belê bi erişên dewleta Tirk a dagirker û bombebarana bi balafiran li ser bendava Tişrînê, bendav ji xizmetê derket û Kantona Firatê û Minbic bê av man. Piştî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bendav xistin bin parastina xwe komên rêveberiya avê li kantona Firatê kar li ser sazkirina bendavê kirin û careke din xistin xizmetê.
Bajarê dîrokî careke din ket nava tarîtiya dijminên dîrokê
Niha li Minbica dagirkirî ewlehî nemaye. Bûyerên dizî, qetilkirin, revandin û hwd. pêk tên. Ajansa me bi wêneyan gelek dîmen belge kirine. Welatî ji binpêkirinan bi gazin in. Bajarê Minbicê bi giştî di greva girtina dikanên xwe de bû. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî jî li pira Qereqozakê nahêle derbasî bajêr bibin ji bo xelkên dorpêçkirî derxin. Hemû hewldanên hêzên Sûriyeya Demokratîk ên agirbestê jî bê encam man ji ber dewleta Tirk şertên mîna derbasbûna kîlometreyek û anîna termê Silêman Şah ber bi wê ve li kêleka wê avakirina baregeheke leşkerî û anîna çekên giran li nêzî pira Qereqozakê datîne. Ev hemû jî li ber çavên civaka navnetewî pêk tên.