Viyan Hebabî: Berxwedana 11 mehan hêviya jiyana azad geş kir

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî bi boneya 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê der barê berxwedana ku li Şengalê hat dayîn, êrîşên heta roja îro tê kirin ji ajansa me re nirxand.

SITÎ ROZ

Şengal 7 sal di ser rizgarkirina Şengalê re derbas bû. Piştî berxwedaneke bêhempa ku 11 meh domiyan, ji aliyê şervanên YJA STAR, HPG, YPJ, YPG, YBŞ û YJŞ’ê ve di 13’ê Mijdara 2015’an de bajarê Şengalê bi temamî ji destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî pêngava rizgakirina Şengalê ya ji civak û şervanên Êzidî re bû hêviya jiyana azad, gav bi gav Şengal bi giştî hat rizgarkirin.

Li ser berxwedana 11 mehan a ku bi rizgarikirina bajarê Şengalê bi encam bû her wiha rola civaka Êzidî, jin û ciwan çawa di vê berxwedanê de bi pêş ketin bi taybetî jî vê berxwedanê bi jinên Êzidî re çi ava kir û der barê gelek mijarên din de jî ajansa me li gel Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’e Viyan Hebabî hevpeyvîneke taybet çêkir.

‘Bi fermana dawî re xwestin bi temamî me tune bikin’

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî salvegera 7’emîn rizgarkirina bajarê Şengalê li hemû civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî pîroz kir û hemû şehîdên ku di vê berxwedanê de canê xwe feda kirine bi bîr anî. Viyan Hebabî diyar kir ku armanc bi wê fermanê ew bû civaka Êzidî ji kokê ve rakin û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Armanc bi wê fermanê ew bû ku civaka Êzidî ji koka wê tune bikin û li ser vê axê jî hebûna Êzidiyan bi dawî bibe. Ji bo ku vê yekê pêk bê jî destpêkê DAIŞ’ê pîroziyên civaka me û jinên Êzidî kir hedefa xwe. Rast e weke civaka Êzidî me gelek ferman bi vê armancê dîtin lê vê carê planên wisa bûn ku bi temamî hebûna me hebûna civaka me li ser rûyê erdê tune bikin. Ev jî ne tenê plana DAIŞ’ê bû, plana dewleta Tirk, PDK’ê û hinek Erebên derdoa Şengalê jî bû. Vê yekê hişt ku civaka Êzidî li hemberî hebûna xwe bêparastin û bêhêvî bimîne.”

‘Heya niha jenosîd nehatiye nasîn’

Viyan Hebabî diyar kir ku xeteriya fermanê hê jî berdewam dike û sedema vê yekê jî spart neqebûlkirina jenosîda Êzidiyan di cîhanê de. Hebabî wiha bilêv kir: “Dibe ku îro ferman fizîkî nayê jiyîn lê belê ev ferman hê jî bi riya helandina çanda me berdewam dike. Linga wê yê xurt jî Êzidyên başûrê Kurdistanê yên ku di bin desthiladariya PDK’ê de ne. Hemû hêz bi armanca pûçkirina baweriya me û dûrxistina ji rastiya wê kar dikin û planên xwe çêdikin. Ji ber vê jî heya roja îro fermana 74’an weke jenosaîd nehatiye qebûlkirin. Em jî weke civaka Êzidî ji ber van sedeman êşên di 2014’an de hê jî dijîn. bi dehan gorên komî hê jî hene. Bi sedan yan jî hezaran jinên Êzidî winda ne. Ev hemû nayên jibîrkirin.”

‘Gerîlayên Kurdistanê bûn çirûskên hêviyê ji civaka me re’

Viyan Hebabî qala kêliyên hatine gerrîlayên Kurdistanê kir û weke çirûskên hêviya civaka Êzidî pênase kir û got: “DAIŞ’ê di dilê her kesê de tirseke mezin dabû avakirin lewma tu kesê xwe neda ber şerê bi DAIŞ’ê re. Vê yekê ne tenê li Şengalê hatibû jiyîn, li giştî Iraqê ev yek bi vî rengî bû. Mûsil di rojek de ket destên DAIŞ’ê û gelek cihên din jî li Şengalê jî heman tişt bû. Lê bi hatina gerrîlayên YJA STAR, HPG, YPJ û YPG’ê ve ji bo parastina Şengalê û li hemberî DAIŞ’ê şer bike cirûska hêviya jiyana nû dan civaka me. Li gel êşa di çavên civaka me de, hêviya vegera li jiyana xwe bi keda bi sedan şehîdan bû rastî. Îro jî em weke hêzên Şengalê deyndarên şehîdên berxwedana Şengalê ne.”

‘Rihê berxwedanê bi gerîlayan geş bû’

Hebabî got ku rihê berxwedanê ji hezaran salan her dem bi civaka Êzidî re hebûye lê ji ber siyaseta PDK’ê ev rih hatibû rizandin û got ku berxwedana gerîlayan, rihê berxwedaniyê ji xewa giran şiyar kirine û wiha pêde çû: “Eger em li hemû fermanên berê binêrin, em ê bibînin ku rihê berxwedaniyê di civaka me de her dem hebûye û heye û tu carî jî ev ruh nehatiye kuştin. Lê di 2014’an de bi siyaseta PDK’ê ya qirkirinê re hêviya civakê lerizand. Ji ber ku tenê hêzên PDK’ê hebûn li Şengalê û ev civak bi wê hêzê pişta xwe şidandin. Lê mixabin bi xiyaneteke gelek mezin, civaka me tenê hat hiştin, ciwanên Êzidî xwestin şer bikin li hemberî DAIŞ’ê lê çek tunebûn, PDK’ê jî ne şer kir ne jî çek da ciwanên me ku parastina civaka xwe bikin. Bi hatina gerîlayan, civaka me dît ku hêzek heye li ber xwe dide, bi vê hatinê rihê berxwedaniyê ku PDK’ê rezandibû careke din derket holê şiyar bû û li gel hêzên gerrîla bi sedan ciwanên Êzidî şer kirin. Ne tenê ciwan jin, zarok û kal, derfeta kê hebû wê demê bû lingekî ji vê berxwedanê re.”

‘YJŞ’ê ji YJA-Starê îlham girt’

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî destnîşan kir ku êşa jinên Êzidî di fermanê de kişandib, bûn sedema bihêzbûn û artêşbûna jinên Êzidî. Hebabî wiha domand: “Jinên Êzidî dema dîtin ku êrîşa herî giran li ser wan e û li ser bedena wan ferman pêk tê, riya rizgarbûyînê geriyan. Tiştên ku hatin jiyîn kirin bi taybetî jî jinên ku di destên DAIŞ’ê de mabûn û rizgar bûn, derûniyekî gelekî giran ava kir. Ne tenê ni jinên Êzidî re bi hemû civaka Êzidî re ev derûniya tirsê belav bû. Ji bo jinên Êzidî jî riya xilasbûyînê heyfa xwe û tola xwe rakirin bû. Bi îlhama ku ji hêzên YJA STAR’ê girtin, YJŞ ava bû. Avabûna YJŞ’ê jî bersivdayîna fermanê bû. Ji bo tola xwe bigrin YJŞ beşdarî hemleya rizgarikirin Şengalê bû, heya Reqa û Minbicê çû. Yanî YJA STAR bû îlhama YJŞ’ê, û YJŞ jî bû îlhama hemû jinên Êzidî.”

Berxwedana 11 mehan bû hêza rizgarkirinê

Viyan Hebabî di dirêjahiya nirxandina xwe de îşaret kir ku berxwedaniya rizgarkirina bajarê Şengalê hêviya parastina Şengalê veguherand rastiyê û got: “Berxwedana 11 mehan a li bajarê Şengalê pêk hatibû bi fedakariyeke mezin bi pêş ket, bi rihekî cesûr û qehremanî bû. Her bihustek ji bajarê Şengalê bi taybetî jî Sûka Kevin a Şengalê bi xwîna şehîdan hat rizgarkirin. Ji bo me weke civaka Êzidî ev cihê berxwedaniya 11 mehan ket dîroka civaka me ya ku tu car nayê jibîrkirin. Rizgarkirina bajar hêviya jiyana nû ya civaka me geştir kir û bi wê hêviyê jî bi tevlibûna ciwanên Êzidî hemleyên rizgarkirina tevahî Şengalê dest pê kir.”

‘Reva PDK’ê ya 2014’an ne bes bû, careke din rûyê xwe reş kir’

Der barê planên PDK’ê yên li hember siyaseta ku li Şengalê dimeşîne û hewldana PDK’ê ya ji bo veşartina rûyê xwe de Viyan Hebabî wiha got: “Hê me bajarê Şengal nu rizgar kiribû û  piştî wê me yê pêngava paqijrkirina bajar bida destpêkirin, PDK’ê weke her carê nizanibû çawa rûreşiya xwe veşêre, vê carê jî bêyî ku şerm bike li ser ragihandinê derketin û gotin ku wan Şengalê rizgar kirine! Eger weke ku îdia dikin rast be, kanê şehîdên we yên di berxwedaniyê de? Kanê şehîdgeha we heye gelo? Kanê birîndarên vê berxwedanê? PDK’ê xwe winda kir. Li şûna ku bê lêborîna xwe ji civaka me bixwaze bi hemû rêbazan êrîşê civaka me dike.”

‘Berxwedana Şengalê rûmeta Iraqê jî parast’

Viyan Hebabêı bal kişand ku bi berxwedana Şengalê rûmeta Iraqê hatiye parastin û wiha anî ziman: “Berxwedana ku li hemberî vê fermanê bi pêş ket, tecrubeyeke gelekî mezin da jinên Êzidî. Ya her mezin jî tecrubeya bikaranîna çekê, bi jinên Êzidî re çêbû rihê berxwedanê xurt bû. Ji xwe bawer bû û heya dervayê Şengalê ji bo tola xwe bigre şer kir. Ev rihê berxwedanê yê li Şengalê bi pêş ket bandorê li hêzên Iraqê jî kir û ji wan re bû mînak ku li bajarên din ên Iraqê li hember DAIŞ’ê şer bikin. Berxwendaniya Şengalê rûyê Iraqê spî kir û rûmeta wî parast. Lê mixabin hikmeta Iraqê ne di ferqa vê yekê de ye. Nabîne hê jî nedîtiye û ew ê kengî vê rastiyê bibîne ne diyar e. Ji fermanê heya niha hikumeta Iraqê li hember mafê civaka me kêm maye. Lê herî kêm ev hikumet pêwîst e li hemberî êrîşên hewayê bêdeng nemaya.”

Ji pêşengiya berxwedanê ber bi parastina hebûnê ve

Viyan Hebabî îşaret bi hêza jinên Êzidî kir ku roja îro pêşengiya herî mezin ji berxwedaniyê re dikin û bi vê awayê pênase kir: “Yên ku heya roja îro hişt Şengal li ser lingan bimîne ruxmî hemû dek û dolabên PDK’ê û dewleta Tirk jî jinên Êzidî bûn, dayikên me bûn. Di şerê Xanesorê de wan pêşengiya berxwedaniyê kirin. Ne pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê jî bi hêza berxwedaniya jinên Êzidî û pêşengiya dayikên me bû. Li hemberî hêza berxwedanê gelek alî dixwazin hêza dayikan reş bikin. Kîna ku jinên Êzidî di 2014’an de li hember dijmin pêş ket heya roja îro bi wê kînê xwe bi rêxistin dikin. Di salvegera 7’emîn rizgarkirina Şengalê de tevgera azadiya jinên Êzidî wê kongreya xwe ya duyemîn li dar bixe. Ev pêngaveke gelekî mezin û bi hêz e û bersiva hemû êrîşên roja îro ye.”

‘Bi tifaqa civaka me wê rê li ber hemû fermanan bê girtin’

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê Viyan Hebabî di dawiya nirxandina xwe de bang li civaka Êzidî kir ku li hember metisiya windabûna civaka Êzidî xwedî helwestên tund bin. Hebabî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civaka me ya Êzidî di roja îro de eger li hember parastin baweriya xwe bê helwest be wê rewşa civaka me ber bi xeteriyê ve biçe. Ji ber îro bi  şerê taybet gelek hêz dixwazin baweriya me pûç bikin û ber bi tunebûnê ve bibin tenê em ê bi yekitiyê civaka xwe û tifaqê em ê van êrîşan hemû vala derxin. Em Êzidî hatine dinyayê em ê Êzidî jî li ser vê axê jî bimrin. Hêzbûna me bi yekitiya me ye. Em ê bi xwe qîmeta xwe ava bikin û giraniya xwe jî biparêzin.”