‘Veşartina nûçeyên qetilkirina jinan sûc e’

Rojnameger û çalakvanên Koyê diyar kirin ku veşartina nûçeyên qetilkirina jinan sûc e û dibe sedema zêdebûna sûcên li dijî jinan.

ŞIYA KOYE

Koye – Di 26’ê Adarê de rêveberiya giştî ya Silêmanî, ragihand ku her qanal û medyaya ku nûçeyên qetilkirinê bişopîne, ewê rastî kar û barên yasayî bê. Ji bo vê pêkanînê hinceta “Ji ber ku gelek qenalan di dema şopandina bûyerek bi taybetî bûyerên qetilkirinan de etîka karê rojnamegerî û yasayî piştguh kirine, agahiyên ne rast parve dikin” hat nîşandan. Ev biryar jî, rastî nerazîbûna beşek dezgehên ragihandinê, çalakvan û rêxistinên jinan hat. Jinên di ragihandinê de ne û nêrînên xwe bi me re parve kirin, qedexekirina parvekirina nûçeyan wek ‘karek xirab’ nirxandin. Jinan diyar kirin ku bi veşartinê sûc zêde dibin, bi taybetî ew sûc û tundiya li dijî jinê tê kirin. Jinan gotin ku li aliyek din nayê zanîn kujer kî ye û dane wenda dibin. Jinan gotin ku lewma ev biryar ji aliyê hemû kesan ve tê redkirin.

‘Veşartina qetilkirinê, sûcan zêde dike’

Sûzan Heme Seîd a di karê ragihandinê de ye, derbarê qedexekirina şopandina nûçeyên qetilkirina jinan de ev tişt gotin: “Neşopandina nûçeyên qetilkirina jin û mêr, derfetê dide ku ferd di civakê de ji medyayê dûr sûcên qetilkirinê bike û sûcên qetilkirina jinan zêde dibe. Di heman demê de ew cûreyên belavkirina nûçeyan, bi awayek bê berpirsyar û ji etîkên ragihandinê dûr e. Ji ber wê jî, divê şopandin bi awayek amademîk be û kesên şareza li ser kar bikin. Ji bo rêgirtina dubarekirina van sûcên li hember jinan, ez veşartina nûçeyên qetilkirinê xirab dibînim. Divê kesên hiqûqnas, dadwer û kesayetên civakê li ser vê mijarê nîqaş bikin, ne herkes li cihê xwe biaxivin. Ji ber wê divê di aliyê belavkirina wê de agahdar bin.”

 

Sûzan Heme Seîd bang li aliyên peywendîdar û dezgehên ragihandinê kir ku şopandina  ecamên qetilkirinê, bi raya giştî re parve bikin. Sûzan destnîşan kir ku pêwîst e xelk bizanibe ka kiryarê sûc kî ye û cezayê wî hatiye dayîn an na, da ku kesek din heman sûcî neke.

‘Divê civak bê hişyarkirin’

Çalakvan Şazde Refîq jî balkişand ser xetereyên ku di encama vê biryarê de derkevin pêşiya jinan û wiha got: “Veşartina nûçeyên qetilkirinan ez weke çalakvan red dikim. Bi taybetî qetilkirina jinan. Ji ber ku veşartin dibe sedema zêdebûna sûcên beramberî jinan û di heman demê de agahiya me nîne ku ew jin ji ber çi hatine qetilkirin yan çi tundî lê hatiye kirin.”

‘Nabe nûçeyên qetilkirina jinan bên veşartin’

Şazde Refîq destnîşan kir ku ger ev nûçeyên bi vî rengî bi awayek erênî bên belavkirin, ev dê dibe sedema hişyarîkirina civakê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ewê bê zanîn ku, çima ev sûc li beramberî jinan hatine kirin. Niha jin nîvê civakê pêk tînin. Ji ber wê, em wek çalakvan, dibêjin ku veşartina nûçeyên qetilkirinan, sûc zêdetir dike. Ji bo tiştên diyar nîne û sedemên sûcan çi ye da ku em bikaribin lêkolîn bikin û jin zêdetir bikaribin xwe biparêzin. Ji ber sûc ewqas mezin in ku aqilê mirov  qebûl nake. Ji ber wê, nabe nûçeyên qetilkirina jinan bên veşartin.”