UNICEF: Li Filistînê di nav 5 mehan de 13 zarok hatin kuştin
Direktorê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya UNICEF'ê ya diyar kir ku ji destpêka sala 2022'an û vir ve li Filistînê 13 zarok hatine qetilkirin û bang kir ku dive mafên zarokan ji aliyê hemû aliyan ve bê parastin.
Navenda Nûçeyan – Direktorê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya UNICEF'ê, dest nîşan kir ku ji serê sala 2022’an vir ve 13 zarokên Filistînî hatine qetilkirin û bang kir ku divê mafên zarokan ji aliyê hemû aliyan ve bê parastin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Dîrektorê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya UNICEF'ê ve hatiye dayîn, ji Çileya 2022'an û vir ve li Şerîeya Rojava 13 zarokên Filistînî hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Beytlehmê zarokekî Filistînî yê 14 salî hat qetilkirin û wiha hat gotin: “Ev sêyemîn zaroka Filistînî ye ku di vê hefteyê yanî 23-30 Gulanê de hatine kuştin e. Ji serê vê salê heta niha 13 zarokên Filistînî hatin kuştin. Li gorî sala borî nêzîkî du qad zêdetir e. Ev jî tê wê wateyê ku 13 jiyan hatin windakirin, 13 jiyan zû şikestin, 13 xewn peremperçe bûn.”
Adîl Hıdır, banga parastina zarokan ya li her dem û li her cihan kir û wiha got: “ Zarok zarok e û divê mafên wan ji aliyê hemû aliyan ve were parastin.”