UNICEF: Dibe ku di erdhejê de bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest dabin

Berdevkê UNICEF'ê James Elder hişyarî da û diyar kir ku dibe di erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê hat jiyîn de bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest dabin.

Navenda Nûçeyan – Piştî erdhejên navenda wan Mereş û Dîlokê, Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyani da û diyar kir ku ew difikirin du erdhej û hêjandinên erdhejên biçûk li Tirkiye û Sûriyê bûne sedema mirina bi hezaran zarokan.

Berdevka UNICEF'ê James Elder di brîfînga ku li Cenevreyê li ser mijarê hat li dar xistin de, wiha got: "Di erdhejên ku duh di saetên serê sibehê de li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê hatin jiyîn, dibe ku bûye sedama mirina hezaran zarok an." Berdevka ku diyar kir dikarin dîrokek ku kengî bigihîjin hejmarên giştî diyar bikin, der barê xebatên xwe de jî agahiyan da. Her wiha diyar kir ku UNICEF’ê bi Hikûmet û Serokatiya Rêvebiriya Afet û Lezgîn re li ser hewcedariyên dê derketin holê û di mijara mudaxeleyên alîkariyê yên hatine pêşxistin de di nava koordînasyonê de ne.