‘Tunekirina tundiya li ser jinan bi têkoşîn û serhildanê pêkan e’

Rêvebera Rêxistina Sara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzû Temo asta têkoşîna jinan a li hemberî tundiya li ser jinan û erka ku dikeve ser tevger û rêxistinên jinan ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku azadî bi têkoşînê misoger dibe.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Di cîhaneke ku bi pêşketinên xeyalî yên mirovahiyê matmayî dihêle ber bi paşerojê ve diherike, rewşa ewlehî û aramiyê ya jinan hê jî di bin sifrê de ye. Ji sedî 27’ê jinan li seranserê cîhanê hê jî rastî tundiyê tên û ev hejmareke tirsnak e li gorî salên ku mirovahî derbas kirine. Ya ku hê xemgîntir e, reşkirin û bêdengiya bi zanebûn e ku li gelek welatan pêk tê. Ji aliyê civak û malbatan ve, di serî de ji bo razîkirina desthilatdariya mêr û kevneşopiyên kevnar ên li dijî azadiya jinan.

Her çiqas asta tundiyê li cîhanê bilind dibe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek hewldan û xebatên parastina jinan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan hene. Rêvebera Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzo Temo têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivî.

Asta tundiyê di sala 2024’an de li herêmê

Arzo Temo di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku li gorî sala borî, îsal li Kantona Cizîrê asta tundiya ser jinan kêmtir bû ku nîşaneyek baş e ji encamên xebatên wan li ser erdê lê herêma Furatê hîn jî astengî hene û wiha pê de çû: “Li herêma Furatê ji ber ne teyisandina zagona malbatê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatî pesendkirin, hîna tundî heye. Em xebat dikin di rêya zagonî û aktîvkirina ofîsên me de li wê derê ji bo sînorkirin ango ji holê rakirina tundiya ser jinan. Bêguman kevneşopiyên çivakê ta niha dibin kelem pêşiya me û dem jê re divê ku were derbaskirin.”

‘Sîstema hevserokatiyê û artêşbûna jinan’

Arzo Temo bal kişand ser sîstema hevserokatiyê û wiha derbirî: “Di şoreşa Rojava de jinan di hemû qadên jiyanê de cih girtin. Piştî salên dirêj ji çewisandin û windakirinê, sîstema hevserokatiyê ya ku hatiye avakirin bû bingehek ji bo aktîfkirina rola jinan û bidestxistina mafên wan ên wekheviyê. Di cîhanê û Rojhilatê Navîn de ev yekem sîstem bû ku hat avakirin û bandora xwe li jinan û civakê kir. Li aliyekî din, artêşbûna jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û avakirina yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî gaveke dîrokî ji bo doza me. Mînaka yekem bû di Rojhilata Navîna de ku hebûna jinan tekez kir. Sîstema Rêveberiya Xweser a demokratîk, wekhev û hevbeş jî dikaribû bibe alîkar di vê gavê de.”

‘Ji bo şoreşa bîrdozî têkoşîneke mezin pêwîst dike’

Arzo Temo diyar kir ku piştî şoreşa leşkerî li Rojavayê Kurdistanê êdî barê şoreşa bîrdozî dest pê kir ji bo guhertina hişmendiya mêr-dewletê û wiha berdewam kir: “Şoreşa bîrdozî zehmetir e ji şoreşa leşkerî. Ji ber ku kevneşopiyên civakê yên baviksalar hene bi hezaran salan hatine meşandin û zehmet e di demeke kurt de werin guhertin. Nêrîna bi çavekî biçûk li jinan û çewisandina mafên wan dihêle ku civak bi pêş nekeve. Em ji bo guhertinê ne tenê jinan armanc digrin, herdu zayend bi hev re tên perwerdekirin bi riya semîner, perwerde û civînan.”

‘Tundî li ser jinan bi rêbazên nû tê meşandin’

Arzo Temo destnîşan kir ku tundî ne tenê lêxistin an jî îşkenc ye cureyên tundiyê wiha rêz kir: “Gelek cureyên tundiyê hene mîna tundiya bi ziman, zayendî, derûnî, aborî, civakî û hwd. Yek ji rengên tundiyê yên ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî wê tên; êrişên dewleta Tirkiyeyê yên sîstematîk ên li dijî jinan bi taybetî jinên pêşeng e. Rojane ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve jin şehîd dikevin, hewldanên tunekirina jinan hene ji aliyê dijmin ve. Li kêleka wê hikûmeta Şamê jî li dijî jinan polîtîkaya çewisandinê dimeşîne ji demeke dirêj ve ye. Her wiha ji aliyê malbatê ve jî jin rastî tundiyê tên di demeke ku pêwîst e malbat cihê herî bi ewle bin ji jinan re lê di gelek cihan de berovajî vê yekê diqewime.

Di heman demê de guhertina demografîk a ku tê meşandin li herêmên dagirkirî û koçberkirina jinan bi darê zorê yek ji rengên tundiyê ye. Bi sedhezaran jin neçarî koçberiyê bûn, di bin konan de li kampan bi cih bûne. Ji bilî ambargoya li ser herêmê, jin zehmetiyên mezin dikşînin di bin konan de û aliyên navneteweyî ne alîkarî didin, ne jî dengê xwe ji bo sûcên ku li bajarên wan ên dagirkirî hatine kirin derdixin. Bi wê ve girêdayî rewşa aborî jî heye. Li ser jinan tundiya aborî tê meşandin, sîstema desthilatdar dixwaze jin di milê aborî de lawaz bimînin û di bin siya mêran de bijîn.”

‘Têkoşîna jinan a li hemberî tundiya aborî’

Arzo Temo tekez kir ku îro li Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê jin bi karê kolektîf  û hevbeş li dijî tundiya aborî têdikoşin û wiha derbirî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Rêveberiya Xweser, tevger û rêxistinên jinan ve bi dehan projeyên taybet ji bo jinan hatin avakirin. Bi sedan jin berê xwe didin avakirina kooperatîfan ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên jiyanê. Ji bilî wê rojane projeyên xweser ên şexsî yên jinan tên vekirin.”

‘Rola tevger û rêxistinên jinan di aliyê zagon û şiyarkirinê de’

Aroz Temo tekez kir ku şoreşa wan a Rojava bi pêşengiya jinan û bi armanca azadkirin û bidestxistina mafên jinan dest pê kiriye loma ew tunekirina tundiyê weke erk li ser milên xwe dibînin û wiha domand: “Hejmareke pir zêde ji jinan êdî ketine ferqa rewş û doza xwe, ew bi xwe nema tundiyê qebûl dikin, bi dehan jinên ku rastî tundiyê tên berê xwe didin me ji bo mafên xwe bigrin. Tevger û rêxistinên jinan têkoşîneke mezin didomînin ji bo parastina tevahî jinên li herêmê. Yek ji wan Kongra Star e ku weke sîwaneke tevgera jinan li vir tê dîtin. Li kêleka wê Rêxistina Sara û Kombûna Jinên Zenûbiya hene. Em tenê bi hevgirtin û xebatên xwe yên ji dil dikarin alîkariya jinan û civakê bikin. Bi her awayî em di nava xebatê de ne. Bi taybetî Rêxistina Sara ji aliyê zagonî ve dozên jinan dişopîne û çareser dike. Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve zagonên ku piştgiriya jinan dikin, bûn alîkar di parastina jinan de.”

‘Kêlî bi kêlî têkoşîna me mezin dibe’

Arzo Temo destnîşan kir ku têkoşîna wan weke avê dê her biherike heta ku hemû jin azad bibin û wiha bi dawî kir: “Ne tenê di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de têkoşîn ji me tê xwestin. Kêlî bi kêlî pêwîst e sazî, tevger û rêxistinên jinan xebatê bikin ji bo parastin û bidestxistina mafên jinan. Gelek destkeftiyên şoreşa me ya jinan li Rojava hene divê ev destkeftî werin parastin û em hemû jin bibin xelekek ji agir li hemberî hemû cureyên tundiya li ser jinan.”