Tulsi Gabbard: HTŞ yê Baskê El Qaîdeyê di rêveberiyê de ye

Tulsî Gabbard ê ku di ekîba Trump de ji bo Dîrektoriya Îstîxbarata Neteweyî namzed hatiye nîşandan dema di senatoyêde axivî got ku HTŞ’a Şamê desteser kiriye baskê El Qaîdeyê ye.

Navenda Nûçeyan – Tulsî Gabbart ê ku di Dîrektoriya Îstîxbarata Neteweyî (DNI) ya serokê DYA’yê Donald Trump de di rûniştan pejirandinê ya senatoyê de li ser Rûsya, Sûriye û Edward Snowden axivî.

Gabbard, di rûniştina pejirandinê ya Komîteya Îstîxbaratê Senatoyê de bersiva pirsên senatoran da. Ger ku were pejirandin dê Gabbard, CIA û Buroya Lêpirsîna Federal jî di nav de ji 18 saziyên îstîxbaratê yên DYA’yê re serokatiyê bike. Gabbard, bal kişand ku dê di warê zêdekirina ewlehiya neteweyî û parastina sînoran ji bo ewlehiyê de pir bi hesasiyet be.

‘HTŞ’a ku baskê El Qaîde yê Şamê ye niha li ser rêveberiyê ye’

Gabbard, diyar kir ku Sûriye ji bo Beşar Esed rondikan nabarîne lê divê bizanibe ku baskê El Qaîdeyê li Şamê ye û wiha got: “HTŞ’a ku baskê El Qaîde yê Şamê ye niha li ser rêveberiyê ye. Ez ji ber ketina rejîma Esed negiriyam lê îro îslama radîkal ji Sûriyeyê berpirsyar e. Sûriye niha ji aliyê cîhadîstên ku di 11’ê Îlonê de li kolanan leşkerên DYA’yê qetilkirin, ji aliyê baskê El Qaîdeyê HTŞ’ê ve tê kontrolkirin. Li Sûriyeyê Xirîstiyan jî di nav de dê li gelek kêmaran zilm were kirin, werin girtin û kuştin.”

Gabbardê ku bi desteka xwe ya ku berê dabû Snowden tê nasîn, pirsên “li welat îxanet kiriye yan na” nebersivand, diyar kir ku weke koma îstîxbaratê ew tenê li ser pêşerojê disekinin.