Tulay Hatîmogûllari:Li deriyê Îmraliyê bixin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga Silopiyayê de axivî û ji bo dîplomasiya dewleta tirk a ji bo amadekariyên şer wiha got: “Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin.”

Şirnex - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlibûna hezaran kesan mitînga fînalê li dar xist. Mitîng di saetên serê sibehê de bi coşeke mezin dest pê kir. Hevaseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên Şirnexê, namzetên hevşaredariyê yên Dem Partiyê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad û bi hezaran kes tev li mitîngê bûn. 

Welatiyê ku bi hinceta kontrolê hatin sekinandin, li ber dahol û zirneyê heta demekî dirêj govend gerandin. Polîsan hewl dan asteng bikin ku welatiyên bi cil û bergên kesk, sor û zer bikevin qadê. Welatiyan jî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bertek nîşan dan. Li qada mitîngê jî gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 

Welatiyên li ser kursiyên biteker, li ser gopalan û jinên tevî pitikên xwe hatin qadê bal kişandin. Her ku saet derbas bûn, ji 7 salî heta 70’ê saliyê bi hezaran kes li qadê kom bûn. Li qadê bi yekdengî sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. 

‘Em ê di 31’ê Adarê de bersiva wan bidin’ 

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di mitîngê de got ku her ku hilbijartin nêz dibe, îktîdar qoliyên remezanê belav dike. Dogan, wiha domand: “Ji ewil gelê me bêkar dihêlin û piştre jî dibêjin ‘em ê ji bo zarokên we kar peyda bikin.’ Xizanî, înkar û qirkirinê hêjayî me dibînin. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva wan bidin.” 

'Bi ruhê seferberiyê em dikarin hemû şaredariyan bi dest bixin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Xelkê Silopiyayê yê birûmet; ez careke din di hizûra we de Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan, Dayika Taybet, 33 kesên li Roboskê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Me ew tu caran ji bîr nekirin û dê ji bîr nekin.” 

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku herî zêde baş xelkê Silopiyayê bi feraseta wan a şaredarîvaniyê dizane û xizmetên şaredariyê vegot. Tulay wiha pê de çû: “Di feraseta şaredarîvaniya qesrê de dizî, talan û nelirêtî heye. Hîleyên AKP’ê yên hilbijartinê li her devera Kurdistanê berdewam in. Lê em ê tevahiya diziyên wan eşkere bikin. Haya me jê heye ku gelek hilbijêrên qaçax veguhestine navenda Şirnexê û navçeyên wê. Du rê hene ku em vê lîstikê vala derxînin. Ya yekemîn ew e ku em kesên qet heta niha deng nedayîn me qaneh bikin. Ya duyemîn jî ew e ku em kesên li derve qaneh bikin û bînin vê derê da ku dengê xwe bidin. Bi ruhê seferberiyê em dikarin hemû şaredariyan bi dest bixin.” 

Tulay Hatîmogûllari  bang li ciwanan jî kir û got ku hêviya gelê kurd in. Hatîmogûllari, ji ciwanan xwest ku ewlehiya sindoqan biparêzin û got ku dê zîhniyeta dizîker, qeyûmperest û zalim têk bibin.Tulayê, axaftina Erdogan a li Amedê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ji bo propagandaya hilbijartinê çûye Amedê lê qala lûtkeya şer a li Iraqê dike. Dê çawa gelê kurd qir bike, qala wê dike. Êdî aqil di serî de nema ye. Em careke din dibêjin ku dê rê nedin şer. DEM Partî nûnertiya hemû gelan dike lê AKP qeyûm tayînî îradeya bi milyonan kurdan dike. Tifaqa AKP-MHP’ê bi li dijî îradeya gelê kurd diziyê dikin, êrişî pergala hevserokatiyê dikin, çavên xwe li qetilkirina jinan digirin û ev tevek jî îpotekkirina vîna gel e.”

‘Em ê komareke demokratîk ava bikin’ 

Tulay Hatîmogûllari  diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û wiha pê de çû: “Em dixwazin tecrîd were rakirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Li şûna ku hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin. Rêya aştî û guftûgoyê ew e. Bi milyonan kurd daxwaza aştî û guftûgoyê dikin. Heke şer bi dawî bibe, bi pereyê hûn ji bo tank, top, SÎHA û ÎHA’yan xerc dikin dikarin li Silopiya, Kurdistan, Çukurova û Behra Reş bi sedan nexweşxane û febrîqeyan vekin. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê ne bi şer, bi aştî û pêşxistina aboriyê heye. Em ê komareke demokratîk ava bikin. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin. Di 31’ê Adarê de em ê li vê qadê di bin dara DEM’ê de dê çayên xwe yên serkeftinê vexwin.” 

Piştî axaftinan jî hunermend Xecê û Arhat derketin ser dikê. Mitîng, bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.