Tulay Hatîmogûllari hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê parve kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê parve kir û got: “Birêz Ocalan diyar kir ku çareseriya mayînde ya pirsgirêkê bi riya demokratîk û hiqûqê pêkan e.”

Enqere – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di civîna koma partiya xwe de hûrguliyên hevdîtina şandeya DEM Partî ya Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kir.

Silavên Abdullah Ocalan ragihand

Tulay Hatîmogûllari, hevdîtina duyemîn a li Îmraliyê pêk hatiye û wiha got: “Gelo di hevdîtina li Îmraliyê de çi hat axaftin? Beguman nexşeriya ji hevdîtina Îmraliyê derket, ji hêla gelên me ve tê meraqkirin. Beriya hûrguliyên vê hevdîtinê vebêjim, dixwazim bibêjim ku silavên birêz Ocalan ji bo hemû welatiyan hene.” 

Tulay Hatimogullari têkildarî peyama Abdullah Ocalan ev tişt got: “Birêz Ocalan di hevdîtinê de gotiye ‘xebatên min berdewam dikin.’ Birêz Ocalan, diyar kir ku di serdemeke dîrokî de ne ku krîzên kûrewî, herêmî û neteweyî li ser hev zêde bûne. Birêz Ocalan gotiye; ‘Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyeyê ye.' Riya parastina civaka Tirkiyeyê û gelên herêmê ya li dijî van krîzan diyar e. Banga birêz Ocalan zelal e.

Di zemîna demokratîk û bê tundî de lêgerîna çareseriyê

Dixwaze Tirkiyeyê derbasî zemîna demokrasiyê bike û ev yek tekane çareseriya rizgariya ji krîzan e. Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de dixwaze ku meseleyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û demokrasiyê bike. Ev yek biisrar dubare kiriye. Mîna birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de gotiye; hevgirtin şirîkatiyên di van qonaxên dîrokî yên krîtîk de, ji bo çareseriyê dê gelek sûdewer bin. Di hevdîtina 22’yê Çileyê de birêz Ocalan diyar kir ku çareseriya mayinde ya pirsgirêkê bi rêya demokratîk û hiqûqê pêkan e. Birêz Ocalan bi taybet jî li ser van xisûsan sekinî ye;

Amade ye nexşeriya çareseriya derketina ji krîzê pêşkêş bike

Her dem fikara bekayê diafirînin, eniya kedkar û karkeran ji bo polîtîkayên ewlehiyê tê xerckirin, xizanî zêde dibe, bêhiqûqî êdî bûye mijareke ji rêzê, kedxwarî zêde bûye, dijminatiya li jin û zarokan zêde bûye û got ku ew amade ye li dijî vê xitimînê nexşeriyek amade bike. 

Axaftinên Dewlet Bahçelî çawa nirxand

Anî ziman ku ew amade ye ji bo Tirkiye ji tevahiya prangayên xwe rizgar bibe zemîna xelasiyê amade bike. Belê, em jî dibêjin di vê serdema girîng a dîrokî de divê Tirkiye ji hemû prangayên xwe xelas bibe. Di heman demê de birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de bi şandeya me re diyar kiriye ku ger nêzikatiya Bahçelî û ya aqilê dewletê bibin yek, dikarin bibin wesîleya aştiyê. Bi taybetî em balê dikşînin ser, em jî weke DEM Partî dibêjin di vê mijarê de jî divê êdî desthilatdarî jî gavên şênber bavêje. Divê îradeyek bi hêz a çareseriyê derbixe holê. Ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin divê desthilatdarî demildest gavên jê bawer ên demokrasî û hemû civakê esas digre biavêje. ”