Tulay Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari li Mêrsînê beşdarî Nobeda Edaletê bû û diyar kir ku hikûmetê bi civînên şer bersiv daye bangawaziyên aştiyê yên ji qadên Newrozê bilind dibin.

Navenda Nûçeyan-Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, li Mêrsîna ku hin rêze serdanan bike, çû serdana Nobeda Edaletê ya Mêrsînê ku 115 roj in ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yên Bajêr Perîhan Koca û Alî Bozan û endamên partiyê jî li gel Hatîmogûllariyê di serdanê de cih girtin.

Tulay Hatîmogûllari, li Nobeda Edaletê ku li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) malbatên girtiyan û Dayîkên Aştiyê yek bi yek silav kirin. Di çalakiya nobetê de bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd têbikoşin’

Dayika Aştiyê Meryem Erbey ji bo piştgiriyê spasiyên xwe pêşkeşî Hatîmogûllariyê kir û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd têbikoşin. Meryem da zanîn ku rêya aştiya li welat bi Abdullah Ocalan pêkan e û destnîşan kir ku heta azadiya Ocalan pêk were dê çalakiyên wan bidomin.

‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’

Pişt re Tulay Hatîmogûllari mafê axaftinê girt û destpêkê malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê silav kir. Hatîmogûllari, diyar kir ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye û got: “Em di wê baweriyê de ne ku Nobeda Edaletê wê rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd veke. Her wiha em di fikra ku wê deriyên çareseriya gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn veke de ne. Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên girîng hene. Yek pirsgirêka kurd û ya din jî pirsgirêka Filistînê ye, çareseriya her du pirsgirêkan ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Em weke gelên ku jiyana hevpar diparêzin, weke siyaseta ku diparêzin, weke paradîgmaya ku jiyana hevpar diparêze, em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka kurd a li vî welatî wê jiyana hevpar hîn xurtir bike û wekheviya her kesî pêk bîne ku bi ziman, çand û rengê xwe bijîn.”

‘Em ê dest ji daxwaza aştiyê bernedin’

Tulay Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi rastî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê girîng e ku ev daxwazên li Nobeda Edaletê derdikevin pêş. Ev pirsgirêka ku îro ji bo Kurdistanê dewam dike, niha li aliyê din ê sînor e. Hûn amadekariyên şer dizanin. Gelek kes ji hikûmetê bi taybetî wezîrê derve, nûner li Iraqê civînên şer li dar dixin, bi gelek welatan re jî danûstandinan dikin da ku rê li ber şer û pevçûnan vekin, îsal di Newroza 2024’an de jî mîna Newroza 2013’an hemû gelan û di serî de gelê kurd daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind anîn ziman. Lê mixabin ev hikûmet bi civînên şer bersivê dide me, me duh dest jê berneda û em ê îro jî dest ji daxwaza aştiyê, daxwaza jiyana hevpar û têkoşîna ji bo mafên gelên bindest ên li vî welatî bernedin.

Careke din ez vê têkoşîna bi rûmet a we dayikên me yên hêja û jinên delal silav dikim. Helbet wê aştî were van xakan. Em ê bi we re tovên mirinê, xwînê, rondikên çavan, van dijminatiyan, van pevçûnan, van fesadiyan, tovên dubendî û dijberiyê yên ku tê xwestin di nava van mirovan de bên çandin, ji van axan ji holê rakin. Em ê bi hev re, bi destên xwe aştiyê bînin xaka Anatolya û Mezopotamyayê. Ez bawer dikim ku têkoşîna me wê bibe sedema vê.”