Tulay Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi boneya cejna Remezanê çû serdana malbatên Hatayê.

Hatay -Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di çarçoveya bernameya Cejna Remezanê de çû serdana Hatayê. Hatîmogûllari û şandeya pê re ji ewil çûn serdana malbata xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz a li Taxa Ekîncî ya Antakyayê ku di çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin. 

Dayika Korkmaz, Emel Korkmaz şande pêşwazî kir û keyfxweşiya xwe ya ji serdana şandeyê anî ziman. Korkmaz, wiha got: “Di vê cejnê de we em bi tenê nehiştin. Spasiya we tevan dikim. Me hêz ji vê piştevaniyê girt. Aliyê me dê her tim bijî. Ji bo we cejnekî baş hêvî dikim.” 

‘Me şehîdên Gaziyê tu caran ji bir nekir’

Hatîmogûllari jî di serdanê de axivî û wiha got: “Wateya berxwedana Geziyê bi birêxistinkirina piştevaniya xweşik a bi malbatên me re bi awayekî herî baş ji Tirkiye û cîhanê re hate vegotin. Me Alî Îsmaîl, Ahmet Atakan û hemû şehîdên Geziyê tu caran ji bîr nekir û dê ji bîr nekin. Ez cejna malbatên wan pîroz dikim. Ew dê di dil û têkoşîna me de bijîn. Ji bo domdariya têkoşîna wan, malbatên me yên hêja, hêzên demokrasî û şoreşger ên Tirkiyeyê piştevanî mezin kir û têkoşîna wan heta îro anîn. Spasiya wan dikim. Careke din cejna we pîroz be.” 

Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre jî çûn serdana Ahmet Atakan ku di dema çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin, Halîl Aksakal (Mazlum Aktaş) ê di 18’ê gulana 2015’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û Okan Pîrînç ku di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Pirsûs a Rihayê de jiyana xwe ji dest dabû. Di serdanan de cejna malbatan hate pîrozkirin. Di serdanan de Hatîmogûllari bal kişand ser piştevaniya birêxistinkirî ya piştî erdhejên 6’ê sibatê û got ku birînên heyî bi saya piştevaniya civakî hatine pêçandin û girîngiya piştevaniya civakî vegot. 

Bernameya Hatîmogûllari bi serdanên cuda berdewam kir.