Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar

Hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar a ku li ber Wezareta Dadê nobeta edaletê didomîne.

Navenda Nûçeyan-Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 58’emîn de berdewam kir.

Hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku çalakiya xwe li ber wezareta dadê didomînin ziyaret kir.

Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku wezareta dadê 5 meh berê doz daye û gotiye ku wê gumanbarên li nexweşxanê komkujî kirine bidarizînin lê kest nehatiye darizandin, lê soz nehatiye cih. Ferît daxuyakirin ku dema ew tên ber wezaretê deriyên wezaretê tên girtin.

Emîne Şenyaşar jî got heta ku kurê wê neyê berdan wê ji ber wezareta dadê neçe cihekî.

'Daxwazên Malbata Şenyaşar daxwazên me ne'

Tulay Hatîmogullari jî axivî û wiha got: “Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar didome. Dayika me bi rojiye û her şev li vir fitara xwe dike. Bila Meha Remezanê li hemû civaka îslamê pîroz be. Ez di vê meha Remezanê de edeletê dixwazim. Daxwazên Malbata Şenyaşar daxwazên me ne. Ez banga xwedî derketinê li çalakiya malbatê dikim.”