TUİK: Di sala 2023’an de 537 hezar û 583 zarok tevlî bûyeran bûne

TUÎK'ê ragihand ku hejmara bûyerên zarokan ên hatine 'yekîneyên ewlekariyê' di sala 2023’an de 537 hezar û 583’ ye.

Navenda Nûçeyan - Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) amarên zarokên di sala 2023’an de hatin yan jî anîne 'yekîneya ewlehiyê' eşkere kir.

Di sala 2023’an de hejmara bûyerên zarokên ku hatin 'yekîneyên ewlehiyê' li Tirkiyeyê 537 hezar û 583 e. Di van bûyeran de 242 hezar û 875 jê zarok 178 hezar û 834 jî ji ber kaşkirina sûc hatin an jî anîne 'yekîneyên ewlekariyê'.

Zarokên ku ber bi sucê hatine kaşkirin  

Li gorî amaran ji sedî 39,8 zarokên ku ji ber kaşkirina sûc hatine 'yekîneya ewlekariyê' birîndar bûne, ji sedî 20,8 dizî, ji sedî 7,7 ji ber binpêkirina qanûna pasaportê, ji sedî 4,9 jî ji ber madeyên hişbir an hişyariyê bi kar tînin, firotin an kirîn û ji sedî 4.0 bi tehdîdê hatin tawanbar kirin.

Zarokên mexdûr

Ji 242 hezar û 875 zarokên ku wek mexdûr hatin 'yekîneyên ewlehiyê' ji sedî 89,7 mexdûrên sûc û ji sedî 10,2 jî zarokên mexdûrên bûyerên ku divê bên şopandin in. Ji 217 hezar û 915 zarokên ku wek mexdûrên sûc hatine 'yekîneyên ewlehiyê' ji sedî 61,3 birîndar, ji sedî 11,8 sûcê zayendî, ji sedî 8,6 sûcê li dijî nîzama malbatê, ji sedî 4,4 jî tehdîd kirine. ji sedî ji wan ji bilî van sedeman ji ber sedemên din bûne qurbanî.