TUÎK: Di erdhejên 6’ê Sibatê de 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

TUÎK’ê ragihand ku piştî erdhejên 6’ê Sibatê 45 hezar û 784 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) Îstatîstîkên Mirin û Sedemên Mirinê yên sala 2023’an eşkere kir. Li gorî vê; Di erdheja 6’ê Sibatê ku navend Mereş bû de 45 hezar û 784 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

TUÎK, di sala 2022’an de hêjmara miriyan 505 hezar û 269 bû, di sala 2023'an de ji sedî 4,1 zêde bû û derket 525 hezar û 814’an. Di sala 2023’an de ji sedî 53,9’ê mirinan mêr û ji sedî 46,1’ê jinan bûn. Leza mirina tûnd bû ji hezarî 6,2.

Leza mirina tûnd a ku hêjmara mirina her hezar kesî îfade dike, di sala 2022’an de ji hezarî 5,9 û di sala 2023’an de jî ji hezarî 6,2 bû. Bi gotineke din, di sala 2022’an de ji her hezar kesî 5,9 mirin, di sala 2023’an de ji her hezar kesî 6,2 mirin.

Bajarê ku herî zêde leza mirina tûnd lê zêde bû Semsûr ku di sala 2023’an de ji hezarî 18,0 bû. Piştî vî bajarî ji hezarî 17,1 Hatay, ji hezarî 14,8 Mereş û ji hezarî 10,6 Kastamonu tê. Bajarê ku leza mirina tûnd herî kêm lê heye Şirnex bû ku bi rêjeya ji hezarî 2,3 ye. Piştî vî bajarî Colemêrg ji hezarî 2,5, Êlih û Wan jî ji hezarî 3,0 tê.

Dema ku mirin li gorî sedemên wan hatin lêkolîn kirin, nexweşiyên sîstema geranê di sala 2023’an de ji sedî 33,4 di rêza yekem de bûn. Piştî vê sedemê mirinê ji sedî 15,0 tumorên baş û xirab, ji sedî 13,2 jî nexweşiyên sîstema danûstandinê tê. Mirinên ji ber erdhejê jî di nav de rêjeya mirina ji ber sedemên birîndariyên ji derve û jehrîbûnê ji sedî 12,3 bû.

Saziyê gotibû 130 hezar kes

Murat Kurum ê ku beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ji aliyê AKP’ê ve weke Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû nîşandan, di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku di erdhejên 6’ê Sibatê de 130 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, lê piştre ev yek red kir.