“Tu rêyek ku gelê Filistînê tê de nebe şirîk, nabe çareserî”

Tulay Hatimogullari ya HDP'yî derbarê salvegera En-Nakbayê de daxuyanî da û wiha got: “Divê ji “Projeya Sedsalê” ya tê wateya Nakbaya Nû re destûr neyê dayîn. Tu rêyek ku gelê Filistînê tê de nebe nêbe şirîk, nabe çareserî.”

Navenda Nûçeyan - Alîkara Hesroka Giştî ya Berpirsiyara Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari, derbarê salvegera En-Nakbayê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîtîkaya êrîşê ya Îsraîlê ya li ser Filistînê dewam dike û têkoşîna gelê Filistînê ya li dijî wê dewam dike û wiha hat gotin: “Qasî li dijî gelê Filistînê, bi taybetî jî gelên Ereb û li dijî tevahî gelên herêmê tundûtûjî, êrîşên dagirkerî û şer ên bêsînor bi dehan sal in berdewam dikin. Di navbera Filistîn û Îsraîlê de negiştina çareseriyê her ku diçe kûrtir dibe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:

“Hikumetên Îsraîlê bi awayekê derqanunî qadên xwecihî yên nû ava dike û Fîlîstiniyan ji malên wan dike. Hikûmeta AKP’ê jî li dijî van hemû zilman; bi Îsraîlê re peymanên leşkerî, siyasî û aborî pêkanîne didomîne. Siyaseta xwe ya du rû ya derve di mijara Filistînê de jî didomîne û her roj hewil dide asta bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re zêde bike. Mînaka vê yekê jî piştî hevdîtina Erdogan a di rojên borî de bi Serokomarê Îsraîlê Herzog re ku dê bi hev re xebatên xwe bidomînin di medyayê de cih girti bû.”

“Polîtîkayên ku her du dewletan jî dişopinîn wekhev e”

Bi dîmenên hêzên Îsraîlî yên rojnamevana Fîlîstînî Şirîn Ebû Akile qetilkirin û êrîşê cenazeyê wê kirin û dîmenên êrîşa duh ya li dijî merasîma cenazeyê siyasetmedar Aysel Dogan a ku di sirgûnê de jiyana xwe ji dest da û xwestin li bajarê wê yê Dêrsimê bê definkirin, hate lidarxistin; daxist berçavan ku polîtîkayên herdu dewletan dişopîn çawa wekheve e.”

“Em polîtîkayên qetlîamker red dikin”

Divê bazirganiya Tirkiye-Îsraîl bê rawestandin, têkiliyên dualî ber çavan bên derbaskirin û dawî li van polîtîkayên du rû bê anîn. Divê bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî ji bo bidawîkirina zilma li Filistînê tê jiyîn bi lez rol û berpirsyarî digre. Yanî divê destûr ji “Projeya Sedsalê”ya tê wateya Nakbaya Nû re neyê dayîn. Tu rêyek ku gelê Filistîn nebe şirîk çareserî pêkneyne. Pirsgirêka Filistînê encaq bi rêbazên demokratîk û aştiyeke bi rûmet çareser bibe. Em polîtîkayên tekparêz û qetlîamker ên zihniyeta netew-dewletê ku li ser gelê Filistîn û hemû gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin, red dikin. Çareserî; bi modelên jiyana hevpar ya ku gel û bawerî di şert û mercên azad û wekhev de bijîn re pêkan e.”