Tracy Chamoun namzediya xwe ya ji bo serokatiya Komara Lubnanê ragihand
Di yekem namzediya fermî ya hilbijartinan de ku piştî du mehan hatibû plankirin, balyoza berê ya Lubnanê li Urdinê, Tracy Chamoun namzediya xwe ya ji bo serokatiya Komara Lubnanê ragihand.

Navenda Nûçeyan – Di yekem namzediya fermî ya hilbijartinan de ku piştî du mehan hatibû plankirin, nivîskar, dîplomat û siyasetmedar Tracy Chamoun di konferanseke rojnamevanî de namzediya xwe ya ji bo serokatiya Komara Lubnanê ragihand.
Tracey Chamoun a 61 salî ku sê salan wekî balyoza Lubnanê li Urdunê kar kir berî ku di Tebaxa 2020'an de piştî teqîna bendera Beyrûdê îstîfa bike, wiha got: "Em hemû bûne qurbaniyên biryarên siyasî ku ji ber nakokiyên navxweyî û ajandayên siyasî yên teng, pirsgirêkên me girantir kirine. Ez ê bixebitim ku hebûna jinan di jiyana siyasî de zêde bikim. Namzediya min li ser bingeha nêrînek nû ya komarê ye ku dikare pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî çareser bike. Ez ê kar bikim ji bo dîtina çareseriyek ku temînata vegera penaberên Sûriyeyê ji bo welatê wan bi ewle bike û divê çareyên ku mafê vegera penaberên Filistînî garantî bikin bên dîtin."