Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê binpêkirinên mafan ên mehekî ragihand

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe de binpêkirinên mafan ên di meha Tebaxê de qewimîn eşkere kir. Li gorî raporê, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatine bidarvekirin.

Navenda Nûçeyan- Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê yên bi destê hêzên dewletê di navbera 1-31'ê Tebaxê de hatin kirin, raporek amade kir.

Tora Mafên Mirovan diyar kir ku meha Tebaxê herî kêm 14 kes hatin darvekirin û yek ji wan jî Reza Rasaei yê 35 salî bû ku piştî berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' hate girtin.

Li gorî rapora mehane di 26'ê Tebaxê de Mobina Zeynivand a 18 salî li Eyaleta Îlamê ji aliyê bavê xwe ve bi hinceta ku xwest bi mêrê jê hez dike bizewice, hate qetilkirin.

Her wiha hate ragihandin ku di nava meha Tebaxê de herî kêm 2 kolber hatin kuştin û 9 kolber jî birîndar bûn.

Di raporê de hate gotin, di nava mehekê de oldar jî di nav de herî kêm 17 kes hatin girtin û dadgehên Îranê ji 6 mehan heta 8 sal û 10 mehan cezayê girtîgehê li herî kêm 5 kesan birîn.