Tora Bijîşkên Sûdanê: Dorpêçkirina El-Faşêr sûcekî sîstematîk e
Tora Bijîşkên Sûdanê (SDN) Hêzên Piştgiriya Lezgîn tawanbar kir ku ji ber dorpêça wan a berdewam a li ser EL-Faşêr paytexta eyaleta Darfûra Bakur, karesta mirovî dijwartir kiriye.

Navenda Nûçeyan – Ji 10'ê Gulana 2024'an vir ve, Hêzên Piştgiriya Lezgîn dorpêçkirina bajarê El-Faşêr berdewam dikin. Tevî hişyariyên navneteweyî yên li ser xetera aloziya leşkerî li bajêr, ku navendeke sereke ji bo operasyonên mirovî li pênc eyaletên Darfûrê, temsîl dike.
Dorpêşa ser El-Faşêr sucekî sîstematîk e
Tora Bijîşkên Sûdanî (SDN) îro Hêzên Piştgiriya Lezgîn rasterast berpirsiyarê xerabûna karesata mirovî ya li El-Faşêr, paytexta Darfûr Bakur, ji ber dorpêça wan a berdewam a bajêr girt ser xwe. Torê destnîşan kir ku tiştê ku li El-Faşêr diqewime ne tenê krîzeke mirovî ye, dibe sûcekî sîstematîk.
Ji ber kêmbûna xurekê di nav de zarok 23 jinan jiyana xwe ji dest dane
Torê hişyarî da li ser bandorên cidî li ser jiyana sivîlan, bi taybet ên herî xeternak û destnîşan kir ku hejmara mirinan di nav zarok û jinan de ji ber kêmbûna xurekê gihîştiye 23 kesan, di demekê de ku zehmetiyên zêde di anîna alîkariyên mirovî û bijîşkî bo nav bajêr de, hene. Her roja derengketinê di rakirina dorpêçê û destûrdayîna derbasbûna alîkariyên mirovî û dermanan de ji bo sivîlên li El-Faşêr mehkûmî kuştineke girseyî ye.
Ziyanên ku ji ber dorpêçê hatine jiyîn
Di daxuyaniyekê de ku di 26'ê Tîrmehê de hat weşandin, torê ragihand ku ji destpêka salê ve 239 zarok li El-Faşêr jiyana xwe ji dest dane, ji ber kêmbûna giran a xwarin û dermanan. Koordînasyona Giştî ya ji bo Kesên Jicîhûwarkirî û Penaberan li Darfûrê duh sê mirin û 102 bûyerên kolerayê tomar kir û destnîşan kir ku jimara giştî ya bûyerên rojane yên ku ji destpêka belavbûna kolerayê li welêt ve hatine tomar kirin, ji bilî 557 kesan ku jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 13 hezar û 200 kes.