Tometbarê ku gef li jinek ciwan dixwar hat girtin

Asayîşa Germiyanê ragihand ku tometbarek ku di torên civakî de gef li jinên ciwan dixwar hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya asayîşa Germiyanê diyar kir ku tometbarek girtine û ew tometbar bi riya torên civakê facebookê gef li jinek ciwan dixwar.

Li gorî ragihandina asayîşa Germiyanê navê tometbar B.H.E ye bi riya facebookê gef li jinek ciwan xwar, piştre dema ku wê jina ciwan gilî kir. Rêveberiya asayîşa Germiyanê li gorî madeya 2 a xirab bikaranînan amûrên elektronîk tometbar girtin.

Torên civakî û nezanîna bikaranîna amûrên elektronîk bûye gefek li ser jiyana jinên ciwan, niha cîhan di warê teknolojiyê de pêşketî ye lê belê ji ber aqilê mêrasalarî û zayendparest, her roj jin rastî gefên belavkirina wêne û vîdeoyan ji aliyê mêran ve tên.