TJK-E’yê êrişa li dijî rojnamevanên jin şermezar kir

TJK-E’yê êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên jin şermezar kir û wiha hat gotin: “Em soza zindîkirina xeyalên jiyana azad didin Gulistan Tara û Hêro Behadîn.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a ku duh li Silêmaniyê li hemberî rojnamevanên Kurd pêk anî û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û berpirsê Medyaya Dijîtal ê şîrketa Chatr Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn, şermezar kir.

Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye:

“Kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd Gulistan Tara û Hêro Behadîn di encama êrîşa balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li ser qirkirina gel û jinên Kurd siyasetê dimeşîne. Em vê êrîşa nemerdane ya rejîma faşîst bi nefret şermezar dikin û ji kedkarên çapemeniya azad, malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza zindîkirina xeyala jiyana azad didin Gulistan Tara û Hêro Behadîn. Ev êrîşên nemerdane dê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin û têkoşîna azadiya Kurd rawestînin.”

TJK-E’yê bang li hemû jinan, gel û raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî xiyanet û qirkirinê bibin xwedî helwest û tevli çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-E’yê tên lidarxistin, bibin.