TJK-E ji bo rewşa Ocalan banga daketina qadan kir
TJK-E bang li Gelê Kurd û dostên wan kir ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were, bila dakevin qadan.

Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Rêber Apo 22 sal in di bin tecrîd û îşkenceyeke mezin de ye. Li girtîgeha Îmraliyê herî dawîn di 7’ê tebaxa 2019’an de parêzer bi Rêber Apo re civiyane û di 27’ê nîsana 2020’an de cara pêşîn mafê telefonê hatiye bikaranîn. Îmrali ne girtîgehek e, pergaleke tecrîd û îşkenceyê ye, li Îmraliyê hiqûq tune. Di 14’ê adara 2021’an de derbarê jiyana Rêber Apo li ser medyaya dîjîtal parvekirin têkirin. Derbarê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo tu agahî nayên stendin. Li hemberî van êrîşan sazî û dezgehên navneteweyî jî bêdeng in û ev jî diyar dike ku şirîkê van êrîşan in. Em Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji bo rakirina vê tecrîdê û azadiya rêbertiya em, têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Em ê her roj li qadan bin. Jin di serî de em bang li gelê xwe dikin ku heta hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re pêk were, em dakevin qadan û çalakiyan bikin.”