TJK-E’ê banga beşdariya li çalakiyên li Parîsê kir
TJK-E’yê ragihand ku bi sedema salvegera komkujiyên Parîsê, ew ê li welatên Ewropayê çalakî bên lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.
Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJK-E), têkildarî salvegera komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li paytexta Fransa Parîsê û komkujiya 23’yê Kanûna 2022’yan a li Parîsê daxuyaniyek nivîskî da. TJK-E bi bîr xist ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de, Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil jî di 23’yê Kanûna 2022’yan de hatine qetilkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em hevrêyên xwe yên ku di her du komkujiyan de hatine qetilkirin bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; em soza xwe ya hesabpirsînê dubare dikin. Ji Komkujiya Parîsê ya sala 2013’an û vir ve konsepta êrîşa li dijî jinan didome. Dîsa li Bakurê Kurdistanê 3 jinên Kurd ên pêşeng Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar; li Rojava Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Dayê Aqîde; li Başûrê Kurdistanê Nagihan Akarsel, Feryal Suleyman Xalid, Gulistan Tara, Hêro Behadîn û gelek hevalên me hatine qetilkirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku TJK-E ji sala 2013’an û vir ve têkoşîna xwe ya edalet û hesabpirsînê didomîne û wiha hat gotin: “ Tevî ku hat îspatkirin komkujiya yekemîn a 9’ê Çileyê ji aliyê MÎT’ê ve hatibû plankirin, doza komkujiyê bi darizandinê encam nebû. Di komkujiya duyem a Parîsê de jî kujer hat girtin, lê belê tevî 2 salên derbas bûyî daxuyaniyek jî ji raya giştî re nehat dayîn. Di doza her du komkujiyan de jî ‘biryara nepeniyê’ ya dewleta Fransayê, tê wateya parastina kiryar. Di heman demê de dibe sedemê êrîş û cînayetên siyasî yên nû. Wek jinên Kurd ên li Ewropayê, mîna her sal em ê îsal jî ji bo hesabpirsîna komkujiyên Parîsê li qadan bin.”
Li tevahiya welatên Ewropayê meş
TJK-E da zanîn ku ew ê dirûşmeya ‘Kujer Diyar e! Fransa Çima Bêdeng e!’ dîsa hesab ji qirkeran bipirsin û wiha berdewam kir: “Em ê li dijî hêzên ku bûne hevkarê qirkeran, helwesta xwe nîşan bidin. Ji 23’yê Kanûnê û şûn ve di serî de Parîs, em ê li tevahî welatên Ewropayê di 9’ê Çileyê de çalakiyên protestoyî, meş û xwepêşandanên bîranînê lidar bixin. Çalakiyên me wê bi mîtîng û meşa mezin a ku wê di 11’ê Çileya 2025’an de li Parîsê bê lidarxistin, bi dawî bibe. Em ê destûr nedin ku jin di nava tarîtiyan de winda bibin. Em ê şoreşa jinê mezin bikin. Li ser vî bingehî di serî de hemû pêkhateyên me, em bang li hemû gelê Kurd, jinên Kurd ên li Ewropayê, hemû rêxistinên jinan ên ji şoreşa jinê û nirxên demokrasiyê bawer in, hêzên sosyalîst û demokratîk, hemû dostên me yên alîgirê vê têkoşîna gerdûnî dikin ku beşdarî çalakiyên 23’yê Kanûnê, 9’ê Çileyê û 11’ê Çileyê bibin.”
TJK-E da zanîn ku dîroka çalakiyan wiha ye:
*23’yê Kanûnê: Li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku Komkujiya Parîsê ya Duyemîn lê qewimiye, wê di saet 11.37’an de ku saeta komkujî lê hatiye kirin e, rêz bê girtin. Piştre wê dengbêjî bê guhdarkirin. Bernameya bîranînê wê di saet 18.00’an de destpê bike. Malbatên şehîdên Parîsê, pêkhate û nûnerên TJK-E’yê, siyasetmedar, endamên rêxistinên jinan û rewşenbîrên Fransayê wê beşdarî bîranînê bibin. Ji derveyî axaftinan, wê helbest û muzîkên derbarê şehîdên Parîsê de bên guhdarkirin.
*9’ê Çileya 2025’an: Li seranserê Ewropayê wê li ber balyozxaneyên Fransayê, çalakiyên protestoyî yên girseyî bên lidarxistin. Di saet 11.00’an de li Parîsê wê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta Buroya Enformasyonê ya Kurd ku komkujiya Parîsê ya 1’emîn lê pêk hat, meş bê lidarxistin. Piştî meşê wê li ber Buroyê mîna her sal daxuyanî bê dayîn. Di saet 18.00’an de wê li şaredariya 10’emîn a Parîsê bi tevlîbûna parêzerên doza Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’yemîn panel bê lidarxistin.
*11’ê Çileya 2025’an: Roja Şemiyê wê mîtîng û meşa navendî, bê lidarxistin. Meş wê di saet 10.00’an de ji ber Gare du Nord destpê bike.