TJK-E: Divê edalet ji bo Şengalê pêk be
TJK-E bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê bi bîr xist ku çarenûsa nêzîkî 2hezar û 700 jin û zarokên Êzidî nayê zanîn û bernameya çalakiyên ku dê li Ewropayê di salvegera komkujiyê de werin lidarxistin eşkere kir.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) derbarê salvegera Komkujiya Şengalê de daxuyaniyek weşand.
Di berfirehiya daxuyaniya TJK-E’yê de hate destnîşankirin ku tevî 12 sal li ser fermanê re derbas bûne jî, êşa qirkirina gel û jinên Êzidî ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû kirin hîn jî nû ye. TJK-E’yê, ev tawana ku di dîrokê de wekî "Fermana 74’an" hat tomarkirin, ne tenê li dijî gelê Êzidî, wekî tawaneke li dijî wijdana hevpar a hemû mirovahiyê pênase kir.
‘Armanc têkbirina jiyana pir-rengî bû’
TJK-E’yê, bal kişand ku êrîşên li ser Şengalê tenê ji bo dagirkirina xakê nebû; armanc ew bû ku çand, bawerî û nasnameyên cuda yên Rojhilata Navîn tune bikin. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku bedela herî giran jinan da û ev hate gotin: “Bi hezaran jin hatin kuştin, îşkencekirin, kolekirin û rastî tundiya zayendî hatin. Di sedsala 21’emîn de beden û wijdana mirovahiyê li bazaran hate firotin. Zihniyeta îslama siyasî û dijberê jinê, tundiya zayendî wekî çekeke şer bi kar anî.”
‘civaka Êzidî ji ber berjewendiyên siyasî bi tenê hate hiştin’
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku li dijî vê komkujiyê, ji bilî berxwedana hêz û şervanên Tevgera Azadiya Kurd, ne rêveberiyên herêmî û ne jî hêzên navneteweyî di dema xwe de gavên bi bandor neavêtin. TJK-E’yê, destnîşan kir ku civaka Êzidî ji ber berjewendiyên siyasî bi tenê hate hiştin û ev bêdengî ketiye rûpelên şermê yên dîrokê.
‘Hîn jî çarenûsa 2 hezar û 700 jin û zarokan nayê zanîn’
TJK-E’yê bi bîrxist ku, “Hê jî çarenûsa nêzî 2 hezar 700 jin û zarokên Êzidî nayê zanîn. Tevî ku bi salan li ser re derbas bûn jî edalet pêk nehat û sûcdaran hemûyan hesap nedan. Hewldana bi nasnameya siyasî rewakirina kesên ku li dijî mirovahiyê tawan kirine tu carî nayê qebûlkirin. Cil û bergên fermî nikarin tawanên hatine kirin werin veşartin.”
‘Çareserî jiyana ekolojîk û azad e’
TJK-E’yê dide diyar kirin ku, “Li dijî van hemû êrîşan, kesên ku berxwedan meşandin di serî de jinên Êzidî, gel û têkoşîna azadiya jinê bûn. Xwerêxistinkirin, xweparastin û îradeya azad a jinan bû bersiva herî bi hêz a li dijî vê tarîtiyê. Zihniyeta qirkirinê û dijberê jinê, ne li Şengalê û ne jî li tu cîhekî cîhanê nikare têkoşîna azadiya jinan teslîm bigire.
Pêkhatina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk li ser bingeha hebûna gel, bawerî û çandên cuda, tenê bi aştiyeke mayînde misoger dibe.”
Di beredewamiyê de wiha anî ziman: “Di salvegera 12’emîn a Fermana 3’yê Tebaxê ya Şengalê de em kesên jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bi bîr tînin; em careke din daxwaz dikin ku çarenûsa jin û zarokên winda zelal bibin, sûcdar li ber hiqûqa navneteweyî bên darizandin û edalet bi cih bê. Heta ku edalet neyê cih, çarenûsa windahiyan dernekeve holê û kesên li dijî mirovahiyê suç kirine hesap nedin, birîna Şengalê dê neyê kewandin. Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin. Têkoşîna me ya edalet, rastî û azadiyê dê berdewam bike.”
Bajarên ku dê çalakî lê werin lidarxistin
Dem û cihên çalakiyan ên ku dê bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxê ya Şengalê bên lidarxistin ev in:
Viyana
Bîranîn û nîşandana fîlm
Dem: 1'ê Tebaxa 2026
Saet: 18:00
Cih: Mala Zerim, Goldschlagstr. 99
Chur
Nîşandana Sînevîzyonê
Dem: 2'ê Tebaxa 2026
Saet: 14:00
Cih: Kulturpark, Planaterasse. 11
Zurıch
Nîşandana fîlm
Dem: 2'ê Tebaxa 2026
Saet: 15:00
Cihe: Komel, Steinwiesenstr. 1
Hamburg
Bîranîn
Dem: 2'ê Tebaxa 2026
Cih: ST. Pauli Stadium, Budapesterstr.
Luzern
Bîranîn
Dem: 3'ê Tebaxa 2026
Saet: 14:00
Cih: Pauluskirche, Moosmattstr.2
Bern
Bîranîn
Dem: 3'ê Tebaxa 2026
Saet: 15:00
Cih: Komel
Parîs
Daxuyaniya çapemeniyê
Dem: 3'ê Tebaxa 2026
Saet: 19:00
Cih: Gare Villiers Ke Bele
Drancy
Bîranîn
Dem: 3'ê Tebaxa 2026
Saet: 17:00
Cih: Komel
Marsilya
Bîranîn
Dem: 3'ê Tebaxa 2026
Saet: 10:30
Cih: Viex-Port
Wesel
Bîranîn
Dem: 3'ê Tebaxa 2026
Saet: 11:00
Cih: Ackerstr.242
Stuttgart
Bîranîn
Dem: 3'ê Tebaxa 2026
Saet: 17:30
Cih: Schlossplatz
Liege
Bîranîn/Mîtîng
Dem: 3'ê Tebaxa 2026
Saet: 17:00
Cih: Gare Guillemins