TJA’yê bertek nîşanî tacîza çawişê pispor da

TJA têkildarî bûyera tacîzê ya çawişê pispor daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Em dikarin bi bertekên civakî pêşî li bûyerên bi vî rengî bigirin. Em bang li gelê xwe yê birûmet dikin ku xwedî li nirxên xwe yên bingehîn derkevin û biparêzin.”

Navenda Nûçeyan – TJA, derbarê tacîza çawişê pispor ya ku li Şirnexê pêk hatî de daxuyaniyek da. TJA di daxuyaniyê de got: "Em ê îro jî mîna duh li hemberî polîtîkayên şerê taybet bêdeng nemînin. Me soz da ku em ê bi hêza xwe ya civakî li her derê parastina xwe ya cewherî pêş bixin û me ev yek pêk anî.  Em ê li pişt gotina xwe bisekinin. Em destûrê nadin ku kiryar ji aliyê dewlet û darazê ve bên parastin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

"Şer ne tenê rê li ber windakirina jiyanê vedike, di heman demê de rê li ber dejenerebûna exlaqî, wêneyên dagirkeriyê û zilma yên bi unîformayan vedike. Ji ber ku dizanin dê bên parastin. Encama polîtîkayên şerê taybet a faşîzma AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê pêşxist, herî dawî li Şirnexê derket holê. Êvara 12’yê Nîsanê li taxa Dîcle ya Şirnexê çawîşê pispor jinek taciz kir. Welatiyên derdor mudaxeleyî tacîzê kirin. Ev bûyer wek yek ji sedan bûyerên ku li Kurdistanê qewimîne hat tomarkirin. Lê wek her car çawîşê pispor ê sûcdar tevî tenduristiya wî jî sewqî Enqereyê kirin û xistin bin parastinê.

Em ê îro jî mîna duh li hemberî polîtîkayên şerê taybet bêdeng nemînin. Me soz da ku em ê bi hêza xwe ya civakî li her derê parastina xwe ya cewherî pêş bixin û me ev yek pêk anî.  Em ê li pişt gotina xwe bisekinin. Em destûrê nadin ku kiryar ji aliyê dewlet û darazê ve bên parastin.

Bi polîtîkayên çewisandin, destavêtin, tiryak û fuhuşê re hewl didin ku jinên ciwan ji nirxên wan ji holê rakin. Gelek caran bûyerên bi vî rengî qewimîn, gelek kes hatin binçavkirin. Di vê bûyerê de jî hate dîtin, polîtîkaya şerê taybet a ku rejîmê hewl da li Kurdistanê li dijî jinan bimeşîne, bi berxwedana xweparastinê ya Tevgera me ya Jinên Azad û gelê me yê birûmet, têk çû. Ji niha û pê ve kesên ku serî li van bêexlaqiyan didin, bila zanibin ku ti hêzeke desthilatdar nikare wan li hemberî helwest û berxwedana civakê ya exlaqî biparêze.

Divê were zanîn ku; Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurd li her derê cîhanê bi taybet li Kurdistanê li hemberî her cure bêexlaqî, tundî û neheqiya li ser jinan bê deng nemînin. Em careke din diyar dikin ku em ê bi hêza ku ji rêxistina xwe ya civakî werdigirin bi bilindkirina mafê xwe yê parastinê bersivê bidin. Lê belê em dikarin bi bertekên civakî pêşî li bûyerên bi vî rengî bigirin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê birûmet ê kurd di serî de jin dikin ku xwedî li nirxên xwe yên bingehîn derkevin û biparêzin."