TJA: wê têkoşîna jinan, neyê rawestandin
TJA’yê li dijî girtina Sevtap Akdag û Nîmet Tanrikûlû daxuyanî da û diyar kir ku wê têkoşîna jinan, neyê rawestandin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241130-20241130-untitled-1-pnged32c0-image-jpg2d83ec-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî girtina Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag û yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikûlû, daxuyaniyek nivîskî da.
TJA’ê daxuyaniya xwe bi sernavê “Nabe ku têkoşîna me ya jinan a hevpar, bê darizandin” weşand û ev tişt diyar kirin:
“Armanca van operasyonan, astengkirina têkoşîna jinê û demokrasiyê ye. Lê belê netew dewlet nikare krîzên ku wî bi xwe çêkirî, çareser bike. Li Rojhilata Navîn êrîşî têkoşîna jinan dike, lê ew ê vî rengî nikare xwe rizgar bike. Yên ku hewl didin welêt bi rejîma tecrîdê bi rêve bibin, di heman demê de wê di rûpelên dîrokê de bên jibîrkirin û têkoşîna me ya jinan jî wê bi hêz û biryardariya xwe piştî bi sedsalan jî were bîranîn.”