TJA û Dayîkên Aştiyê ji bo girtiyên siyasî yên jin name şandin

TJA û Dayîkên Aştiyên Êlihê,di çarçoveya 25’ê Mijdarê de jibo girtiyên siyasî yênjin qertû name şandin û daxwaza berdana girtiyên nexweş û yên ku cezayê wan qediyaye kirin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayîkên Aştiyê yên Êlihê, têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan li pêşiya avahiya PTT'a navendê ya Êlihê daxuyanî dan û qert û nameyên ku nivîsandibûn, hevserokên jin ên partiyên siyasî jî di nav de ji bo girtiyên siyasî yên jin şandin.

Beriya şandina nameyê li pêş avahiya PTT'ê daxuyanî hat dayîn.

‘Çima girtiyên nexweş ên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan?’

Sabîha Ekîncî ya ku têkildarî 25'ê Mijdarê li ser navê Dayîkên Aştiyê axivî, wiha got: “Em ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de qert û nameyên ku nivîsandine, ji bo hevalên xwe yên ku di zindanan de ne, bişînin. Em dixwazin di serî de Serok Apo û temamî girtiyên ku di zindanan de dimînin bên berdan. Em dewletê şermezar dikim. Çima girtiyên nexweş ên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan? Niha pêvajoyek çareseriyê hatiye destpêkirin gelek gav ji aliyê me ve hatine avêtin, hê jî ji aliyê dewletê ve gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Divê ji bo van girtiyên nexweş jî gavek bên avêtin. Em ji bo 25'ê Mijdarê jî hemû hevalên me yên ku di zindanan de dimînin silav dikin û azadiya wan dixwazin. Azadiya wan azadiya me ye. Bijî jinên zindanan, Jin Jiyan Azadî.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû û piştî wî jî name hatin şandin.