TJA: Em ê hesabê jinên hatin qetilkirin bi pirsin

TJA'yê têkildarî Zelîha Ozkaplan a li Cizîrê hatiye qetilkirin daxuyanî da û got: “Em ê hesabê ji kujerên Zelîha û jinên hatine qetilkirin bipirsîn.”

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Zelîha Ozkaplan a 25 salî  ku dayika 3 zarokan bû û di 18’ê gulanê de li Cizîr a Şirnexê ji aliyê hevjînê xwe Haydar Ozkaplan ve hate qetilkirin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Cizîrê daxuyanî da.

‘Kujer bê ceza dimînin’

Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Sema Erene ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di encama polîtîkayên hiqûqî yên hikûmetê de qetlîamên li dijî jinan tên rewakirin û wiha hate gotin: “Ji ber polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê, tundiya li ser jinan a li Tirkiyeyê gav bi gav zêdetir dibe. Rejîma heyî zexta xwe ya li ser jinan girantir dike, cînayet û destdirêjiya li dijî jinan zêdetir dibe û kujer nayên cezakirin.”

‘Em ê hesabê jinên hatin qetilkirin bi pirsîn’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ki ew ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û ev tit hate gotin: “Em ê di çarçoveya têkoşîna xwe ya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hesabê van cînayetan bipirsin. Zelihaya dayîk ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin hate qetilkirin. Em ê vê sedsalê bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bikin sedsala jinê, mafê xwe yê rêxistinbûna civakî û xweparastinê pêş bixin. Û em dibêjin ku em ê hesabê Zelîha û jinên hatine qetilkirin bipirsîn.”