TJA: Em ê bibin şopdarê aştiyê
TJA’yê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û got ku ew ê ji bo aştiyê xwedî li baaga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û “Emê bibin şopdarê aştiyek wekhev û bi rûmet.”

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê, diyar kir ku zîhniyeta mêrê serdest li her çar aliyên cîhanê bi hêsanî şeran sor dikin, jin li dijî şeran wê hertim berpirsyartiya xwe bi cih binîn.
Di daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hate gotin:
“Îro di serî de li Rojhilata Navîn, li gelek herêman tê xwestin bi rêya şer dîzayneke nû were avakirin. Ji vê jî herî zêde jin bandor dibin. Şer ne tenê encama şerê berjewendiyan ê dewletan û hêzan e; her wiha îfadeya herî şênber a zîhniyeta mêrê serdest û tehekûma netewe dewlet û modernîteya kapîtalîst li ser civakan ava kiriye. Di hemû qadên jiyanê de şer li jinan weke tundî, xizanî, koçberî, îstîsmar û kedxwarî vedigere. 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji bo me jinan ne tenê aştî; di heman demê de bibîrxistina pêkanbûna jiyaneke mirovane û pêşerojeke azad e.
‘Bang berpirsyartiyek dîrokî ye’
Pêvajoya dîrokî ya em tê de dijîn, firsendeke mezin e ku nabe were paşguhkirin û serdemeke girîng e. Bi vê boneyê, ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye, ji hêla jinan ve îşaret bi berpirsyartiyeke dîrokî dike. Hevgirtina jinan a li dora vê bangê, ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê dê bibe misogeriya jiyaneke azad û wekhev. Îro li her devera cîhanê jin, weke kirdeya aştiyê, li dijî şer, dagirkerî û kedxwariyê dengê xwe bilind dikin. Gotina jinan dê di avakirina civakeke demokratîk de diyarker be.
‘Em aştiyê di parêzin’
Aştiyeke ku ne li ser deng, ked û têkoşîna jinan be, nikare mayînde be. Bi boneya 1'ê Îlonê, em dubare dikin; em li dijî polîtîkayên şer aştiyê, li dijî wêrankirinê jiyanê û li dijî serdestiyê jî azadiyê diparêzin. Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî, piştevaniya xwe ya jinan ku sînoran derbas dike û bi xeta xwe ya azadiyê, bibin şopdarê aştiyek bi rûmet, wekhev û mayînde.”