TJA: Darvekirinan rawestînin

TJA diyar kir ku wê li kêleka jinên Îranê cihê xwe bigrin û got “Em bang dikin ku daxwazên rawestandina darvekirinê were qebul kirin û hemû civak dengê xwe derbixin.”

Navenda Nûçeyan- Li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî re serhildana ku destpêkiriye, berdewam dike. Li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gel li qadan in, li beramberî vê yekê hêzên rejîma Îranê girtin, darvekirin, zext, îşkence û komkujiyan berdewam dike. Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê darvekirin û polîtakayên zextê yên li beranberî jinên Îranê daxuyaniyek nivîskî weşandin û dan zanîn ku wê li kêleka jinan cihê xwe bigrin.

Di daxuyaniyê de bal li ser qedexeyên ku jinan ji qadên civakî dûr dixin hat kişandin, hat destnîşankirin ku hemû pêkanînên ku tên kirin biryara wan mêr didin û li welat di heman demê de ji ber polîtakayên netew- dewlet li Rojhilatê Kurdistanê zext hîn zêdetir bûye.

Hemû cîhan serhildanê bihîst

“Em weke gelê Kurd ku belavî çar parçeyan bûne, ev demek dirêj e ji bo nasnameya xwe azad bikin têdikoşin. Em wek jinên Kurd di heman demê de li hemberî zayendperestiyê berxwedaniyê dikin. Komara Îslamî ya Îranê weke welatê cîran hem civaka Îranê hem jî civaka Rojhilat û li beramberî hemû daxwazan ev bi salan e bi tundîtûjiyê bersiv dide. Piştî qetilkirina Jina Mehsa Emînî serhildana ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî belavî hemû cîhanê bû.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kiririn ku ji bo tepisandina serhildanê cezayên darvekirinê tê dayîn û wiha hat gotin:

“Em weke Kurd, Fars, Azerî, Lor, Belûç û nasname û baweriyên din ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dijîn di têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê de mafdar in û Komara Îslamî Îranê ya faşîst li hemberî mirovahiyê sûc dike. Em jinên Bakurê Kurdistanê berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke daxwaza herî rewa ya gelan dibînin û car din dibêjin, em li gel wan in. Em bang li her kesê dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan û ji bo pêkanîna daxwazan rabin û em careke din dubare dikin ku em ê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikin nîşaneya azadiya jinan.”