Tiştên ku piştî erdhejê li nexweşxaneyan tên jiyîn!

Dîmenên ku ji Nexweşxaneya Semsûrê ji ajansa me re diteyse, nîşan dide ku 'bazarek giyayî' ya çawa tê jiyîn. Li Hatayê jî xebatkarek tenduristiyê tiştên dîtiye bi van gotinan kurte dike: “Ez vê yekê bi zelalî vebibêjim, ez dîmenên ku dilê min perçekir re

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Erdhejên ku navenda wê Mereş û Dîlokê hatin jiyîn, li gelek bajaran bû sedema hilweşandinên mezin. Gel bi derfetên xwe hewl didin xwe ji jiyanê re bigrin. Kesên ku di bin xirbeyan de mane, xizmên wan hewil didin rizgar bikin. Ji hemû deverên herêma erdhejê dîmenên nû diteyse.

Di erdhejê de avahiyên giştî jî hilweşiyan. Nexweşxane hilweşiyan û zirar dîtin. Gava xebatkarên tenduristiyê jî bûn mexdûrên erdhejê, wêneyeke bi temamî cuda derket holê. Li hember vê rewşê nebûna xebat û veguheztina bi koordîne, gihandina xizmetên tenduristiyê yên mirovan jî hema bêje anî rewşa ne pekan.

Li Nexweşxaneya Semsûrê hejmarek zêde birîndar radiweste

Li Semsûrê rayedarên ragihandin ku 100 avahî hatiye hilweşandin. Tê diyarkirin ku li bajêr bi sedan kes di bin xirbeyan de ne. Dîmenên ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê ku zirar dîtiye hatine şikandin û ajansa me xwe gihand, bazara giyanî ya piştî erdhejê tê jiyîn radixe berçavan. Mexdûrên erdhejê yên ku ji erdhejê hatine rizgarkirin, hewil tê dayîn li erdê bên dermankirin. Ketina nexweşxaneyê ku pirsgirêka livîn tê jiyîn, veguherî rewşa qada servîsa lezgîn. Lekeyên xwînê yên li ser dîwaran û tampon an bermayiyên ku li erde hatine hiştin, yoxuntî û giraniya rewşa li wir jî nîşan dide. Ji xeynî hejmara kêm a xebatkarên tenduristiyê, di dîmenan de nexuyabûna erkdarên ewlehiyê jî balkêş e.

Televîzyonan rewşa heyî pir kêm nîşan dide

Hatay yek ji wan bajarên ku di erdhejê de herî zêde zirar dîtiye û çûnûhatin jî gelek zehmet e. Tê diyarkirin ku herî zêde avahiyên giştî xisar dîtine û hilweşiyane. Hatay ji kêliya ewil a erdhejê heta niha li benda alîkariyê ye û li bajêr karesatek tê jiyîn. Li Hatayê jî nexweşxane hilweşiyan. Xebatkarek tenduristiyê ku çû Hatayê da zanîn ku piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj gihîştine bajêr û bi van gotinan rewşa tê jiyîn vegot: “Em niha li baxçeyê Nexweşxaneya Hatayê ne. Li vir nexweşxaneyek sahra hat avakirin. Yên tên rizgarkirin ewilî tînin vir. Em ji vir mudaxaleya ewil li nexweşan dikin û dişînin nexweşxaneyên derdor.” Xebatkara tenduristiyê ku anî ziman gava ewil ketine Hatayê gelek avahiyên hatine hilweşandin dîtine, lê şahidî tu xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nekirine, balkişand nûçeyên ku di televizyonê da tên weşandin, rewşa heyî pir kêm nîşan dide.

'Ez rastî dîmenên ku dilê min pir perçe kir hatim'

Xebatkara tenduristiyê ku dest nîşan kir Nexweşxaneya Hatayê di rewşek hilweşandinê de ye, diyar kir ku li vir felaketeke mirovî tê jiyîn. Di erdhejê de tehliye kirina nexweşan jî gelek zehmet bûye. Xebatkara tenduristiyê ku diyar kir gava Hatay hêj diheje gelek dilxwaz hene, wiha got: “Hejmarek zêde dilxwaz heye, piraniya wan nizanin çi bikin. Ez vê yekê bi zelalî vebibêjim, ez dîmenên ku dilê min perçekir re rû bi rû mam. Duayên xwe kêm nekin.”