Tiştên ku ji meşê hat girtin: Çeka herî mezin rêxistinbûn e

Di ‘Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re’ de gelek çîrok û serpêhatiyên têkoşînê li ser rêyan hatin cem hev. Hêvî û baweriya ku wê berxwedan bi moral û îradeyek mezin di dawiya rêyên westayî de serkeftinê bîne, ma li pey wan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Me çend xalên girîng ên ‘Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re’ ku me ji Wanê heta Colemêrgê bê navber şopand, berhev kir. Ji meşê heta bêhnvedanê, ji xewê heta govendê bedewiya têkoşînê di her kêliyê de dihat hîskirin û ya ku ma pey meşê girîngiya biryardarî, rêxistinbûn û têkoşîna hevpar bû.

Hin xalên girîng ên ku em ê wek madde pêşkêş bikin ev in:

*Meş di 30’ê Hezîranê de bi heyetên ji Îzmîr û Stenbolê bi rê ketibû dest pê kir. Heyet destpêkê li Enqereyê û piştre jî li Edeneyê civiya û çû Kurdistanê. Li Êlihê bi sedan kes li vir kom bûn û ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirina bi coş, bi hezaran kes bi heyeta ku li Êlihê prova meşa mezin kir. Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî meşê de li hember polîtîkayên qeyûm û tecrîdê bertek hatin nîşa kirin. Heyet piştî Êlihê bi girseyî çû Wanê û li wir ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

*Meşa mezin a ji 7 heta 70’î her kes tevlî bû, piştî daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Heyet ji navenda bajêr heta derketinê bi coşeke mezin meşiyan û bi pankartên ku hildan hêrsa xwe ya hem li hemberî polîtîkayên şer hem jî li hemberî polîtîkayên qeyûm anîn ziman. Di meşa ku pankartên, “Rê ji qeyûm re nîne”, “Qeyûm derkeve”, “Ewlidar mêtinger in”, “Qeyûm dijminê jinan e”, “Em qeyûm naxwazin”, “Rê ji qeyûm re tune”, “Deng bide azadiyê”, “Qeyûm wê biçe, gel wê were” û “’Qeyûm qir a jin û çand e” cih girt de bi taybet coş û tevlîbûna jinan bal kişand.

*Meşa ku di bin dorpêça dualî ya polîsan de pêk hat, piştre ber bi Gurpinarê ve bi rê ket. Meşa ku di bin dorpêça polîsan a li navenda navçeyê û jendermeyan li ser rêyan pêk hat, heta navenda navçeyê bi coşeke mezin dewam kir. Di êvara roja ewil de welatiyên li navçeya Payîzava man, bi qîrîna dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û gerandina govendê, roja xwe bi dawî kirin. Meşvanên ku hinek ji wan di konan de û hinek jî li gel malbatan man, serê sibê saet di 06.30 de bi rojbaş re dest bi taştê kirin. Heyet piştî taştê hatin cem hev û tevî hewaya germ meşa xwe berdewam kirin. Di meşa ku bi dirûşme, çepik, tilîlî û stranan dewam kir de, dayîkan ji bo newestin destê hev girtin û piştgirî dan hev. Dayîkên ku bi girtina destê hevdu liberxwedan bi hîcabên xwe yên spî, bi çenteyên di destan de û bi şimikên li ser lingên xwe 196 kîlometre rê çûn.

* Daxwazên heyeta ku bi gotina “Ne meş, bêdengî di westîne” derket ser rê, vekirî ne. Bi kurtî dema vebêjin: Bi dawîkirina polîtîkayên qeyûm, rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya fîzîkî, rakirina polîtîkayên îşkenceyê yên li girtîgehan û operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê tên meşandin. Heyeta ji bo daxwaza demokrasî û edaletê meşiyan gelek caran diyar kirin ku ew ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelan dimeşin. Welatiyan diyar kirin ku têkoşîn nû destpê kiriye, di her pêngavê de qîriyan û gotin ku ev meş ne dawî ye, destpêkek e.

*Di meşa 6 rojan a ji Wanê heta Colemêrgê de em ne tenê ji berxwedan û hevaltiyê re şahidî dikin, gelek çîrokan jî dikin. Berî her tiştî, ger em werin ser wê yekê ku çima ez jê re dibêjim hevaltî, piştî deqeya ewil a rêwîtiyê bi sedan kesên ku hev nas nedikirin bi hev re xwêdan rijandin bûn, bi hev re birçî bûn, bi hev re tî bûn û dema westiyabûn mil bi mil piştgirî dan hev. Dema ku vê meşa rêhevaltiyê ya herî şênber û kûr nîşanî min da, hêza ku rêxistinbûyîn di kes de dide avakirin derxist holê. Bi sedan kesên ku di roja ewil de navên hev ne dizanîn, di roja dawî ya meşê de bi heman stran û bi heman dirûşmeyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di dema ku hin welatiyên ji Kurdistan û parêzgehên rojava bi destên zarokên xwe girtin û tevlî meşê bûn, hin jî bi hesta “Min hîs kir ku divê ji bo demokrasiyê li vir bim û hatim” derketin rê. Meşvanên ku bi gotina “Qeyûm pirsgirêka Tirkiyeyê ye” derketin ser rêyan, li her çiya, kevir û deşta ku diçûn şopa xwe dihiştin, ev kêlî di wêneyên bi hev re hatin kişandin de nemir bûn.

*Du rojên destpêkê yên meşê bê pirsgirêk derbas bûn û her êvar bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû. Di dawiya roja duyemîn de, di lingê gelek kesan de ku dinav de jin jî hebûn qelişîn û birîn derketin. Di dema ku birîndar di ambûlansa hatin de dihatin dermankirin, welatiyên ku lingên wan pêçayî bûn, tevî hemû israran meşa xwe berdewam kirin. Hin ji wan qet behsa birîna li ser lingên xwe nekirin, hinan jî tevî ku bi zorî dimeşiyan, dermankirin û bêhnvedanê qebûl nedikirin. Di meşa ku ji bo wan veguherî mijara ‘Xîret’ heyet ji xeynî rêyên xeternak li her derê meşiyan û li xalên ku derbas bûn de Nûda, Denîz Gezmîş û Mazlûman bibîranîn.

*Her gavê meşê, bi kişandina hewaya Kurdistanê, destdana kevirên wê û derbasbûna di nav sîbera çiyayên wê de, hem me û hem jî meşvanan mest dikir. Erdnîgariya Kurdistanê ku bi berxwedan û bedewiya xwe ya xwezayî me heyranî xwe dike, bi kulîlkên xwe yên rengîn em ji bêhna bihûştê bêpar nehişt. Welatiyên ku cara ewil tên herêmê her kulîlka ku dibînin wêneyên wê dikişînin û her avabûna rojê bi heyranî temaşe dikin. Welatiyên ku derfeta dîtina xweşikahiyên xwezayî bi dest xistin, bi her dar û kulîlkê re berxwedana xwe kirin yek.

*Ji xeynî her tiştî yek ji xalên ku divê em ji hev cuda vekin, jin, ciwan û apên bi temen ên ku di meşê de cih digirin e. Yên ku reng û coş li meşê zêde dikirin, bi hilkişîna hemû kaş, li ber tava germ dimeşin û tevî tîbûnê jî ji çiyayan derbas dibûn, ew bûn. Meşvanên ku ne dirûşme ne jî stranên wan kêliyek ne rawestiya, danê sibehê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” dest bi meşa xwe kirin û danê êvarê jî bi heman dirûşmeyê dewam kirin. Ji şivanê ku pezê xwe rûniştibû heta bêrîvana ku pezê xwe didoşiya, her kesê ku di wir re derbas dibû, piştgirî dida van meşvanên ku bi gavên xwe yên bêrawestan destê xwe dida her kesê. Dema ku hin welatiyên ji gundên lê dimînin ber bi Colemêrgê ve ketin rê ji bo ku heyetê bibînin, dayîkên ku di destekî de kulîlk û di destê din de jî meşale hebûn, bi piştgiriya hev meşiyan.

*Ekîba ku her roj heta 30 kîlometreyan meşiyan û di roja 8’emîn de gihiştin navenda bajarê Colemêrgê. Heyeta ku ji aliyê dayîkan ve bi dirûşme û tilîliyan hat pêşwazîkirin, li gel germahiya hewayê û rêya kaş jî bêyî ku kêliyek raweste meşiya. Heyeta ku ji bo xwe ji hewaya germ biparêzin karton di ser serê xwe re girtin û bi sîwanê dimeşin, di ketina bajêr de di rêzeke dirêj de kaş an derbas kirin. Heyet, bi derbasbûna Geliyê Zapê û rêzeçiyayên wê ber bi têkoşîna îradeyê ve bi biryardariya xwe bi çiyayan re bû yek. Dema ku herkesî difikirî ku riya ku dayîk mil bi mil dimeşiyan û ciwan bi stranan dimeşiyan qet bi dawî nabe, di demeke kin de bi dawî bû. Meş li navenda bajêr veguherî lehiya coşê. Heyet li ber avahiya walîtiyê ya ku di bin dorpêça polîsan de hat girtin, bi qîrîna dirûşmên “Qeyûmê diz derkeve” bang li walî Alî Çelîk ê ku wek qeyûm hat tayînkirin, kir  ku derkeve. Li gel ku dayîkan bi daran di destên xwe de li pêşiya dorpêçê rawestiyan, lê zêde dikim ku ev demeke dirêj e li navenda bajêr coşeke bi vî rengî nehatiye jiyîn. Welatiyên ku ji bo îradeya xwe têdikoşiyan di her firsendê de diyar kirin ku meş ne dawî, destpêkek e, meşa ku li Wanê di 3’ê Tîrmehê de destpê kiribû, di 8’ê Tîrmehê de li ber Walîtiya Colemêrgê bi awaza “Serhildan” û dirûşmên jinan ên “Qeyûm bireve bireve bireve, jin tên” bi dawî bû.

*Çend xalên girîng ên meşê ku ezmûnek mezin da me hemûyan ev in: Welatiyên ji gelek parêzgehên Tirkiyeyê der barê pêvajoya qeyûm de careke din bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî vê bêhiqûqiyê. Welatiyan diyar kirin ku ew ê bi vî rengî bêhiqûqiyê bin bixin û gelek caran bang li mûxalefeta sereke kirin ku bikevin nava pratîkê. Ev meşa ku têkoşîna hevpar li Zapê kir yek, feraseta jiyana hevpar û têkoşîna hevpar a gelan ji bo gelê Kurd hîn xurtir kir. Dîsa di warê temasa civakê û biryardariya berxwedanê de ku gelê Kurdistanê ev demeke dirêj hesreta wê dikir, gavên girîng hatin avêtin. Gelê ku careke din nîşan da û dît ku ew ê qeyûman bi hêsanî qebûl nekin, ji bo çalakiyên di pêşerojê de bên kirin moral girt. Meşa ku bi rojan dewam kir û tevî korbûna çapemeniya sereke jî bênavber dewam kir, rêxistinbûna ku mekanîzmaya xweparastinê ya civakê ye careke din derxist holê. Rêxistina ku bi vê meşê re li ser zemîneke xurtir hate avakirin, di heman demê de bû bersivek ji polîtîkayên mêtîngerî, tirsandin û şerê taybet ên demdirêj ên li herêmê.

Çavdêriyên me yên 6 rojan ji van pêk dihat, di roja dawî di dilê her kesî de dilmayînek hebû. Heyeta ku wê ji rêhevalên xwe yên ku bi rojan li kêleka hev bûn cuda bibe, moralê ku ji meşê girtiye bi gotina, “Em sibe jî vê meşa xwe bidomînin” nîşan dan. Ji bo me rojnamevanan demeke westiyayî lê ewqas jî watedar bû. Her pêngava rûyên ku tevî westandina xwe bi biryardarî ji bajêr derketin, wê demeke dirêj li herêmê bimîne.