‘Tirkiyeyê asta tundî û qirkirinê bi rêbazên cuda zêde kiriye’

Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê hedefgirtina jinan û êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyek şermezar kir.

Qamişlo- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên şer di roja xwe ya 5’emîn de bênavber berdewam dikin. Têkildarî sûcên şer ên dewleta tirk bi van êrîşên dijwar û her wiha hedefgirtina jinan, Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê daxuyaniyeke nivîskî da û bi tundî şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di demekê de ku hemû sazî û dezgehên navdewletî yên taybet bi karûbarên jinan, xwe ji bo roja cîhanî ya şermezarkirina tundiya li ser jinan li seranserê cîhanê amade dikin, bi armanca bidawîkirina karesat, êş û rûreşiya ku jin bi giştî bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li ber çavên hemû cîhanê dibin, rastî tundiyeke mezin tên. Tirkiye asta tundiyê bi rêbazên cuda û amûrên şer ên cur be cur ku dûrî exlaq e jinan hedef digire. Armanca wê ji vê yekê ku nirxên jinan ên mirovî û rewa hilweşîne û bibe asteng li pêşiya pêşketina jinan.

‘Polîtîkayên tunekirina rola jinan’

Dewleta dagirker a faşîst a Tirk, polîtîkaya tunekirina rola jinan a di civakê de didomîne, ji ber vê yekê rêzê li îradeya jinên ku temsîla civaka azad dikin û dikarin vîna xwe di hemû qadan de temsîl bikin, nagire. Her wiha rê nade ku şoreşa civakî û demokratîk a hemdem bi rê ve bibe û destkeftiyên dîrokî bi dest bixe. Ew jinên ku bi wêrekî  li dijî terorê li ber xwe dan, ji her kesê re îsbat kirin ku şoreşa îradeya gelan bi pêşengiya jinan dest pê dike û destanên lehengiyê bi têkbirina mezintirîn rêxistinên terorist nîşan daye.

‘Komkujiyeke nû li dîroka Tirkiyeyê ya tarî zêde bû’

Êrîşên Tirkiyeyê yên vê dawiyê û giraniya wan hê jî hene. Jin û welatiyên bêçek, kirin armanc û komkujiyeke nû li herêma Dêrikê pêk anî, li dosyeya sûcên wê yên tijî komkujî, tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan rûpeleke din zêde kir. Dewleta Tirk dixwaze weke li gelek deverên din mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî  zêde bike ku zextan li jin û zarokên biçûk bike û wan neçarî koçberiyê bike.

‘Helwest û nêrînên xwe bikin yek’

Em weke Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bang li hemû rêxistinên jinan li cîhanê dikin ku bi mafên jinan re têkildar bin û di serî de bang li Neteweyên Yekbûyî, hemû rêxistinên civaka sivîl ên herêmî û navneteweyî dikin ku helwest û nêrînên xwe bikin yek. Pêwîst e ku aliyên pêwendîdar bi berpirsyariya xwe ya exlaqî li hemberî tundiya ku jin rastî wê tên rabin. Her wiha em bang dikin ku dest ji bêdengiya xwe berdin, li hemberî kiryar û tawanên dewleta Tirk bisekinin. Di heman demê de em hemû welatên beşdar di koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ne û Federasyona Rûsyayê jî ku yek ji welatên garantor ên pêvajoya agirbestê ye, perpirsyar dibînin ji komkujiya Dêrikê ya ku 12 mirov şehîd bûn.”