Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di dawiyê de ye

Rojnamevanên Sînornenas Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2024’an eşkere kir. Tirkiye di nav 180 welatan da di rêza 158’an de ye.

Navenda Nûçeyan- Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ji nav 180’ê welatan di rêza 158’an de ye.

Tirkiye di çarçoveya 24’ê Tîrmehê "Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê" de ku îsal ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve hatiye amadekirin, di nava 180 welatan de di rêza 158'an de cih girt. Di rêza herî jor ya Endeksê de Norwec cîh girt. Di rêza herî dawî de jî welatê Erître ya rojhilatê Efrîqayê cîh girt.

Di 6 mehên dawî de mafê 219 rojnamegeran hatine binpêkirin

Li gorî daneyên Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) ya Tirkiyeyê 13 rojnameger di girtîgehê de ne. Ji destpêka sala 2024’an û vir ve li dijî 219 rojnamegeran binpêkirina mafan hatiye tespîtkirin.

Ji binpêkirinên ku ji sedî 43 pêk tê 95 binpêkirin di kategoriya "gef, hedefgirtin û tundiya devkî" de ne, di 6 mehên dawî de 85 binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran di kategoriya "girtin, binçavkirin û doz jî di nav de tundiya ku bi rêyên hiqûqî tê kirin.” Herî kêm 25 ji binpêkirinên mafan weke "şideta fizîkî" hatin tomarkirin.

Ceza hat birîn

Ji Çileya 2024’an û vir ve zêdetirî 110 rojnameger bi kêmî ve 80 rûniştinan hatine girtin. Ji van 80 rûniştinan tenê di 15 rûniştinan de rojnameger beraat kirin. Ji bo 16 rojnamegeran cezayê girtîgehê hat dayîn, danişîna 58 rojnamegeran jî taloqî rojekê hat kirin. Ji sedî 39’ê bûyeran rojnameger bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" an jî "propagandaya rêxistinê" hatin sûcdarkirin. Li gorî daneyên ÎPI'ê di navbera Çile-Tîrmeha 2024'an de 141 rojname û malperên nûçeyan ji aliyê Saziya Reklamê ya Çapemeniyê (BÎK) ve hatine qedexekirin. Bi giştî 505 rojan qedexeya hatinûçûnê li van saziyan hat ragihandin. Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) di Rapora Şopandina Medyayê ya Tora Ragihandinê ya Serbixwe de di mehên Nîsan û Hezîranê de 29 milyon û 205 hezar û 625 TL cezayê pere li saziyên çapemeniyê birî.