Til Temir xwe ji bo avakirina komîngehan amade dike
Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê Gulîxan Tahir got ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker, avakirina komîngehan dereng maye û da zanîn ku Til Temir xwe ji bo komîngehan dike.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Piştî ku Hevpeymana Civakî dikeve meriyetê, êdî pê re gelek guhertin çêdibin. Li gorî hevpeymana civakî ya ku di 2024’an de hatiye erêkirin, komîn ji nû ve tên sererastkirin. Ji ber ku komînan li gor hevpeymana civakî ev yekîne ava kirin û rêxistina civaka netewa demokratîk e, şêweyê rêxistina bingehîn a demokrasiya rasterast e, di heman demê de jî komîn biçûktirîn yekîneya rêveberiyê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye. Cîhê pêşxistina civaka ehlaqî û polîtîk e, cihê çêkirina biryarên girêdayî komînê û hêza çareseriya giştî pirsgirêk û dozên civakî ye. Di nav her komînekê de jî komîneke jin heye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 20’ê bûdçeya xwe ji bo çalakiyên komînan veqetandiye û ji sedî 30’ê wê jî, ji komînên jinan re ye. Bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê xwe ji bo avakirina komîngehan amade dike. Li ser vê gavavêtina derengmayî Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir axivî. Gulîxan sedemên wê zelal kir û guhertinên ku wê çêbibin jî eşkere kir.
‘Komîn kakilê Rêveberiya Xweser e’
Gulîxan Tahir got ku hevpeymana civakî bêtir rol û girîngî daye rêxistinbûyîn û sîstema komînan û wiha dewam kir: “Komîn kakilê bingehîn ê civakbûyînê ye û bi komînê re civak birêxistin dibe. Netewa Demokratîk bi rêxistinbûyîna komînê re tê rûniştandin. Ji lewra bi zêdekirina komîteyên nû yên komînê û vekirina komîngehekê re wê xebatên komînê hîn aktîftir bin.”
Parastina jin û zarokan a ji tundiyê esas digre
Gulîxan Tahir komîteya jinê ya ku veguheriye komîteya hevjiyana azad bibîr xist û wiha got: “Zêdekirina komîteyan pêwîstiyeke komînê û netewên ku di nav de jiyan dikin e. Mînak di komînê de komîteya jinê hebû, lê niha navê wê hat guhertin û wekî Komîteya Hevjiyana Azad tê naskirin. Erkê komîteyê parastina jinan a ji tundiyê, guhertina hişmendiya baviksalarî ya bi rêya perwerdeyên mêran e. Di heman demê de parastina zarokan yek ji wan erkên wê yên sereke ye. Bi taybetî jî zarokên keç yên ku ji dibistanan tên qutkirin û yên ku rastî îşkenceyê tên. Pêşxistina têkiliyên malbata demokratîk û pêkanîna hevjiyana azad armanc dike. Komîteya hevjiyana azad wê bi Mala Jinê û Kongra Star re di nav pêwendiyan de be.”
Komîteyên hatine zêdekirin û pêwîstiyên wan
Gulîxan Tahir komîteyên ku hatine zêdekirin jî vegot. Gulîxan da zanîn ku bi giştî komîn wê ji 15 komîteyan pêk were û nav û erkên wan wiha rêz kir: “Komîteya malbatên şehîdan, birîndar û dîlgirtiyên şer jî wê were avakirin. Birêxistinkirina malbatên şehîdan, guhdarkirin û bicîhanîna daxwazên wan wê erka vê komîteyê be. Ji bo danasîn û pêkanîna Îslama demokratîk û ronîkirina sûc û kirinên bi navê Îslamê, komîteya ol û baweriyan jî hatiye avakirin. Komîte wê hevsengiyê bike navbera baweriyên pêkhateyan û hevgirtinê zêdetir bike. Komîteyên wiha bêtir azadiya kes û baweriya wan garantî dike. Heman demê komîteya ekolojî wê were avakirin, barê çêkirina projeyên jîngehî ku zirara çekên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bikaranîn kêm bike, radike. Hemwextî vê yekê jî komîteya ekolojî gel ji nexweşiyan diparêze û rengek cûda dide tax û bajêr.”
Qutiya bexşînê
Gulîxan Tahir got ku projeyên li komînan werin çêkirin ewê ji komînê bi xwe bin. Gulîxan diyar kir ku ev dê bi rêya danîna qutiya bexşînê pêk bê û ev hûrgulî dan: “Qutiya bexşînê jî tê danîn. Di dawiya her mehek de pereyên ku ketine qutiya bexşînê, wê ji bo projeyên xizmetguzariyê wekî çêkirina rê, alîkariya malbateke xizan an jî dirêjkirina destê alîkariyê ji kesek nexweş re bê dayîn. Her wiha projeyên jinan jî wê werin çêkirin. Mehane endamên komînê û malbat wê bi awayekî domdar alîkariya xwe bikin qutiya bexşînê, .”
Ji ber êrişan gaveke derengmayî ye
Gulîxan Tahir ev gav wek gavê ku dereng hatiye avêtin binav kir û got ku sedema wê, êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker e. Gulîxan wiha pêl da gotinên xwe: “Pergala komînan di sala 2014’an de hat rûniştandin, lê ji ber ku Til Temir her xeteke agir bû, ji ber êrîşên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker û koçberiya ku çêbû, me nekarî komîngehan ava bikin. Kar û xebatên komînan, hevserok û endamên wê, her di nav malbatan de dimeşiya û pêk dihat. Cîhekî ku hevserok û komîteyan bîne cem hev û li cîhekî kom bibin, tunebû. Lê niha herçiqas gavek derengmayî be jî, emê destpê bikin. Mîrateya berxwedan û têkoşîna zêdetirî 13 salên şoreşê, hevpeymana civakî ye. Pêkanîna hevpeymana civakî ya xal bi xal, wê bibe bersiva ewqas ked û têkoşînan. Ji niha heta sersalê em ê hewl bidin vî gavî bicîh bînin, ev tecrûbeyeke baş e û tekez dê serkeftî be.”
Roja Komînê!
Gulîxan Tahir balkişand ser diyarkirina roja komînê û wiha got: “Li gor biryarên hevpeymana civakî, roja Şemiyê roja komînê ye. Ji ber ku bi komînê bendên netewa demokratîk pêk tê. Ger hemû hêz û enerjiya xwe bike xizmeta komînê, wê serkeftin para vê pergalê be. Ger ku di Rojhilata Navîn û cîhanê de pêk bê, ewê bibe modeleke tu carî çênebûyî. Ji lewra wê roja Şemiyê ango Roja komînê hemû berpirsên ku di astên herî bilind yên Rêveberiya Xweser de ne û heta di bajarên biçûk de cîh digrin, li komînên xwe vegerin û di wê rojê de ji bo komînê xizmet bikin. Gava ku ev pêk were, wê ramanên Rêber Abdullah Ocalan encameke baş bide. Em di wê hêviyê de dijîn ku em ê komîneke demokratîk, wekhev û bi edalet a bi pêşengtiya jinê ava bikin.”