Til Temir bi ruhê hevgirtinê koçberên ji Şehbayê pêşwazî dike

Rêvebera komîteya Şaneya Kirîzê Gulîxan Sofî got ku wan dest bi pêşwazîkirin û bicihkirina koçberên Şehba û Til Rifetê kiriye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Piştî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ê li ser Til Rifet û Şehbayê bi sedan şêniyên ji Til Rifetê û Efrîniyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk koçî Şehbayê bûbûn, koçber bûn. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 120 hezar koçberên ji Şehba û Til Rifetê di rojên borî de koçber bûne, pêşwazî dike.

Li ser banga seferderiyê ya Rêveberiya Xweser jî, bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jî dest bi pêşwazîkirina hejmarek ji malbatên koçber ên Şehba û Til Rifetê kiriye. Li ser vê mijarê Rêvebera Şaneya Kirîzê û Rêvebera Meclisa bajêr Gulîxan Sofî a ku rewşa koçberan jî dişopîne ji ajansa mere axivî.

'Aşûriyan bi gund û malên xwe pêşwaziya koçberan dikin'

Gulîxan Sofî got ku li ser banga seferberiyê komîteya şaneya kirîzê hatiye avakirin û wiha amadekariyên pêşwazîkirina koçberan jî anî ziman: "Ji bo pêşwazîkirina koçberan çend roj in em malan amade dikin. Malên ku tên amadekirin jî li gundên Aşûriyan e. Ji lewra di vê mijarê de gelê Aşûrî gelek alîkar bû ku ew jî koçberên Şehba û Til Rifet û Efrînê di nav de jî pêşwazî bike. Ji ber ku mal çend sal in vala ne û gelê wê bi xwe koçber bûye, li gorî pêdiviyan niha tê çaksazkirin."

4 gund tên amadekirin

Gulîxan Sofî da zanîn ku îroj wan 6 malbat bi cih kirine û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li kêleka bicihkirina koçberan jî, alîkariya ku ji gel tên komkirin jî li wan tê belavkirin. Bi awayekî wiha xebat ji bo van koçberan tê meşandin dişibihe karê şaneyên mêşên hêngiv. Ji lewra hîn malbatên ku dê werin Til Temir jî hene, di rê de ne. Ji bo wan jî 4 gund hatine amadekirin û her çar jî gundên Aşûriyan in; Til Balûa, Til Baz, Ebû Tîna û Til Cezîrê ye. Li gundê Til Balûa tenê 31 mal û 2 dibistan hatine amadekirin. Herwiha Saziya Enerjiyê jî ji bo ku koçber di tariyê de nemînin niha xebatên kişandina kehrebê jî destpê kiriye."

'Êrîş nabe asteng ku em gelê xwe hembêz bikin'

Gulîxan Sofî da zanîn ku gel bi her awayî piştgiriya xwe ji bo koçberan nîşan didin û wiha dewam kir: "Li ser banga seferberiyê ji derveyî ku her taxek nobedariyê dikin, gel derdikevin ser rêyan û koçberan jî pêşwazî dikin, heta ku em malan ji wan re amade dikin. Tevî ku rojane bajar bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû tê, lê belê ev nabe asteng ku gelê xwe yê koçber jî hembêz bike. Di tevger û amadekariyên gel de êdî ev tê îfade kirin ku ji rêya berxwedan û hevgirtinê ti rêyên din tune ye."

'Cihê wan ne kon mal in'

Gulîxan Sofî destnîşanî vekirina konan kir û wiha nêrîna xwe parve kir: "Di vê koçberiyê de heta ji me tê em hewl didin ku ji bo bicihkirina koçberan konan venegrin. Ji lewra em ê wan li malan bicih bikin, ger were xwestin em ê wan li malên xwe jî bicih bikin, lê tenê di konan de nejîn. Ji ber cihê wan ne kon in mal in û bê guman ev jî nêrîna gel e û bi vê germahiyê gel gelê xwe yê koçber pêşwazî dike."