Til El-Werid: Çîroka berxwedaniya keviran û xelkê gund

Til El-Werid yek ji gundên bajarê Zirganê ye. Ev gund ji nêzve şahidiya hovitiya dagirkeriya dewleta Tirk kiriye. Ev gund vegotina çîroka xwe û ya şêniyên gund dike.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Piraniya gundên bajarê Zirganê yê Rojavayê Kurdistanê ji 9’ê Cotmeha 2019’an heta 2025’an bi êrîşên dagirkeriya Tirk re, rû bi rû dihatin. Gundê Til El-Werid yek ji wan gundên bajarê Zirganê ye. Ev gund di xetên pêş yên agir de ye.

Di encamê êrîşên hovane yê dagirkeriya Tirk de di nav 7 salan de, 7 kes hatin qetil kirin. Di nava wan 7 kesan de jinek û şeş mêr hatine kuştin. Ji ber xelkê gund mal û erdên xwe di parastin di encamê bomberana dewleta Tirk de hatin qetil kirin. Ji ber êrişan xizmê kesên hatine qetil kirin ne karîn rêûresmên şînê ji bo wan pêkbînin.

Her çiqasî di çarçoveya lihevhatinên di navbera HTŞ’ê û dagirkeriya Tirk de êrîş demek hatibe rawestandin jî lê hîn xeterî di dome. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hêja baragehên xwe yên leşkerî yên beramberî gund başde nekşandiye. Lewra xelkên gund di tirsin vegerin gundê xwe.

Bi hezaran top li ser gund hatiye barandin, gelek mal hilweşiyane. Ji ber ku bi salane mirov li ser şîve rê ne meşiyane lewra li ser wan şîveriyan giya şînbûne û stirî tijî bûne. Kevir û kelpîçên gund şahidiya hovitiya li ser wan hatiye barandin kirine. Lê ewqasî jî bêrîkirina mirovan jî kirine.

Ji bo gundên di xeta agir de bihara îsal xeter e. Ji ber giya pir bilind bûye di gund de gelek topên ku ne teqiyayî heye. Kesek yê ji gund dibêje di gund de gelek topên ne teqiyayî heye, ger di havînê de şewatek derbikeve wê bi xwe re xeteriyên mezin bîne. Daxwaz ji tîmên endeziyarên mayînan kirin ku werin topên neteqiyayî bêbandor bikin.

Xelkên gund bi derfetên xwe derdora topên ku ne teqiyane bi keviran girtine. Da ku mirov, zarok, maşîne û motorsîklet nêz nebin. Bêguman ev tedbîrek demkî ye, ne çareseriyek bingehîne.

Heta niha nêzî 10 malbat vegeriyan e gund, jiyan jî bi xwere vegerandin. Mîna ku giyan vegere bedenê. Malbatên ku vegeriyane sewalên xwe jî bi xwere anîne.  

Emîna Ziyab zêdetirî 30 salin li gund dijî bi eslê xwe ji Tedmur a Sûriyê ye, Emîna ya ku nêzî 10 roj in vegeriya ye gundê xwe ji ajansa mere axivî.

‘Çavên her kesî li vegerê ye’

Emîna ya ku malekê wê ji ber topbaranê hilweşiya ye dibêje: “Çavên her kesî li vegerê ye lê pêwîstiya sereke ya gund bi elektrîk û avê heye. Dema ku ev werin dabînkirin wê sibe hemû xelk jî veger in.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku torên av û elektirîkê ji ber êrîşan zirarên mezin dîtine û sererastkirina wê di pilansaziya Saziya Elektirîkê a Til Temir de ye, ku beşek jê bi dawî kirine.

Pêwîstiya alîkariyê heye

Emîna di nava gotinên xwe de dibêje wê carekdin malên hatine hilweşandin ava bikin lê, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Emîna dibêje:  “Em ê gundê xwe ava bikin lê pêwîstî heye ku rêxistinên mirovî destên alîkariyê dirêjî me bikin.”

Piraniya xelkên ku vegeriyane debara xwe bi xwedîkirina lawiran dikin, rewşa wan ya aborî têrê nake ku malên xwe çêbikin. Ji ber nirxê alav kel û pelên lêkirin û çêkirina malan pir buha ye.

‘Jiyan wê bi alîkariya hevdû xweştir bibe’

Emîna tevahî mirîşk û pezên xwe jî bi xwe re vegerandiye gund. Ji ber rewşa gund xwedîkirina sewalan de zehmetî dijîn. Ji bo vê yekê Emîna wiha dibêje: ““Bîrên me yê avê tune ne, em bi sarincan ava şêrîn dikirin û pê pez û mirîşkan av didin. Em neçar in ku her xizanekî avê yê pênc bermîl bi 20-30 hezara bikirin.” Emîna dibêje jiyan vedigere gund û careke din civatên me germ dibin, lê bi alîkariya hevdû wê xweştir bibe.”

Pêwîstiya xwandina zarokan

Emîna balkişand ser dûrketina zarokên wê ji zanist û zanînê û wiha pêwîstiyên heyî bilêv dike: “Ma dibistan li kuderê heye da ku her du zarokên min bixwînin? Daxwaza min ewlebûna paşeroja xwendina zarokên min e. Girîng e ku bi xwendinê rê nîşanî zarokên xwe bidim ku wê çawa bimeşin. Em dixwazin ku dibistana gund a ku ji ber êrîşan wêran bûye û zirarek mezin dîtiye, were sererastkirin û perwerde ji bo zarokan were dayîn.”
 


Dem hatiye ku dewleta Tirk ji axa me vekîşe

Emîna daxwaz dike ku tîmên pispor yê bi rakirina mayînan re mijûl dibin werin mayînan rakin û wiha sedema wê tîne ziman: “Em dixwazin herin erdê xwe yê dagirkirî bibînin, lê mayîn hene û divê ku tîm werin mayînan rakin. Piştî 7 salan dem hat ku dewleta Tirk ji axa me vekişê da ku em herin erdê xwe bibînin, biçînin û pê debara jiyana xwe bikin. Zilm dewam nake, piştî her şeveke dirêj sibehek ronî tê.”

Em û Kurdan nikarin dest ji hev berdin

Emîna ji bo xwe û hemû pêkhateyên resen yê vê axê de jiyan dikin weke Kurd, Suryan, Aşûr û bi Ereb re di welatek ewle û bê tirs de hêviya jiyanê kir û bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî:  “Temenek gelek dirêj e ku em û hemû pêkhateyan bi hevre dijîn, em Kurd, Suryan û Ereb nikarin dest ji hev berdin. Ji bo wê welatekî ewle bêyî tirs ji mere hêvî dikim.”