Tevgera Siyasî ya Femînîst a Sûriyeyê ji bo pêşxistina jinan e

Parêzer û Endama Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Femînîst a Sûriyeyê Rewiya El-Şamer got ku tevgera wan, li dijî biçûkxistina rola jinan û dûrxisitna wê ji qadên jiyanî hatiye avakirin û xwe li ser bingeha pêşxisina jinan xurt dike."

LEMÎS NASÊR

Dîmaşq(Şam)- Tevgera Femînîst li Sûriyeyê gelek kevnar e. Lê bandora rêjîma Baasê li ser tevgerê hebû û ew bi desthilatdariya xwe ve girêda. Her wiha bi şoreşa Sûriyeyê û komên cîhadîst ku hin herêm kirin bin serweriya xwe, rola jinan hate paşguhkirin û biçûkxistin. Tevî ku dengê jinan dihatin qirkirin û rolên wan dihatin çewsandin jî, jinan têkoşîna xwe ranewestandin û hewl dan bibin parçeyek ji çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê. Yek ji van rêxistinan û tevgeran jî, Tevgera Siyasî ya Femînîst a Sûriyeyê bû.

Parêzer û Endama Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Femînîst a Sûriyeyê Rawiya El-Şemar ji ajansa me re axivî û qala armanc û sedemên demezrandina tevgerê kir.

'Li dijî biçûkxistina rolên jinan Tevgera Siyasî ya Famînîst hat demezrandin'

Rawiya El-Şemar di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser armanca avakirina Tevgera Siyasî ya Femînîst a Sûriyeyê û wiha got: "Tevger li dijî biçûkxistina rola jinan û dûrxistina wan a ji qada siyasî, hat avakirin. Di salên 2016-2017’an de derket. Lê kongeya demezrandina wê di Cotmeha 2017'an de li Parîsê bi beşdariya 28 jinan hat lidarxistin. Di vê kongreyê de Tevgera Siyasî ya Femînîst hat avakirin. Niha di vê pêvajoyê de li Sûriyeyê tevger rolek mezin dilîze û di nava jinan de karê siyasî xurtir dike."

'Nêrînên jinan xebatên tevgerê xurtir dikin'

Rawiya El-Şemar diyar kir ku Tevgera Siyasî ya Femînîst hewl dide rola jinan di hemû qadên jiyanî de xurtir bike, ji bo ku jinan bighînin cihên biryardayînê û sîstema Kota ku ji sedî 30 jinan di nava xwe de digre, pêk bînin. Her wiha ji bo parastina mafên jinan û pêkanîna wekheviyê dixebite. Rawiya got: "Divê rola jinan di nava civakê de aktîf be. Jin xwedî hebûn û zanebûn in ku di hemû qadên jiyanê de dikarin bi hêsanî cîh bigrin. Ji ber vê yekê divê hemû jin ji komîteyan di kongreya giştî de cîh bigrin. Gelek bernameyên me hene jê şêwirên niştimanî ye ku tevger li ser wê xwe ava dike. Endamên tevgerê bi jinên herêmên xwe re wek Sûweyda, Tartos û Qamişlo nîqaş dikin. ji ber nêrînên jinan tevgerê xurtir dikin."

'Divê her kes di avakirina Sûriyeyê de cih bigre'

Rawiya El-Şamer peyama xwe ji hemû jinên Sûriyê yên ku xwe ji karê siyasî vedikşînin re şand û tê de got: "Jin û mêr ji ber serdestiya dewletê û tepeserkirina ewlehiyê ji kêmbûna xebata siyasî rizgar nebûne, lê divê em ji vê qonaxê sûd bigrin. Em hêvî dikin ku vebûna ji diyalogê re hebe û hemû nêrîn bê tirs bên qebûlkirin. Ji ber ku qada Sûriyeyê bi bereket û cihêreng e, her kes berpirsiyar e ku beşdarî avakirina paşeroja Sûriyeyê bibe.”