Tevgera Intefidî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, zarok û jin jî di nav de her roj bi êrîşan sivîlan hedef digre.

Navenda Nûçeyan -  Dagirkeriya Tirk ji 19’ê Mijdarê ve bi balafirên şer û çekên giran herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Şehbayê heta Kobanê û Dêrikê topbaran dike û di encama bombebaranê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Tevgera Femînîst a Iraqî “Intefidî” (Serî hilde) bang li civaka navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê û hedefgirtina sivîlan şermezar bikin.

Çalakvan û endama tevgera femînîst a Iraqê “Intefidî” êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser bajarên Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, binpêkirina serweriya her du welatan û hedefgirtina sivîlan bi taybetî jin û zarokan şermezar kir û wiha got: “Ez bêdengiya rejîma Sûriye û Iraqê li hember êrîşên li ser herdu welatan şermezar dikim. Ez bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikim ku bikevin nava liv û tevgerê û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li diji sivîlan şermezar bikin, sînorek ji êrîş û binbêkirinên dewleta tirk a dagirker re deynin.”