Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo were diyarkirin û gavên yasayî bên avêtin

Rêveberiya Tevgera Apoyî, bi boneya salvegera yekemîn a fesixkirina PKK’ê daxuyanî da û got: “Ji bo encamek ji pêvajoyê were girtin, divê statuya Rêber Apo were diyarkirin û gavên yasayî û hiqûqî bên avêtin.”

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Tevgera Apoyî, bi mebesta 1. salvegera lidarxistina 12’emîn Kongreya PKK’ê ku di 5-7’ê Gulana 2025’an de hat lidarxistin, daxuyanî da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); civîn li Qadên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu û endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevli civînê bûn û piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivandin. 

Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Sozdar Avesta û Tirkiya wê jî ji aliyê Mûstafa Karasu ve hat xwendin.

Daxuyaniya Tevgera Apoyî wiha ye: 

“Ji bo gelên me û raya giştî; 

Em vê civînê rojên di navbera 5-7 Gulanê de, yanî di salvegera Kongreya 12’yemîn a PKK’ê de li dar dixin. Li ser biryara me ya fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê re salek derbas bû. Di nava salekê de çi hate jiyîn em dixwazin binirxînin. Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de Tevgera Azadiyê çi kir, dewleta Tirk çi kir? Em ê hewl bidin bersiva pirsên ku raya giştî meraq dike bidin. 

Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibata 2025’an de şert û mercên ku PKK’ê bipêş xistine û sedemên wê danî holê. Rêbertî, girêdayî encama pêşketinên ku di nava 50 salan de derketine pêş ji PKK’ê xwest ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bidawî bike. Tevgera me, piştî vê bangê di 1’ê Adarê de agirbesta yek alî ragihand. 

‘PKK’e bê dudilî banga Rêbertî pratîk kir’

Piştî vê bangê gelek derdor û şexsiyetan diyar kirin ku ew ê PKK li gorî vê tevnegere. PKK’ya ku wekî tevgera Rêbertî derketiye holê, PKK’ya ku li ser xeta Rêbertî têkoşîn dike û bipêş dikeve, di demekê kurt de kongreya xwe kom kir. PKK’e bê dudilî banga Rêbertî pratîk kir; di vê çarçoveyê de biryara fesixkirina PKK’ê girt û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di encamê de hate gotin ku ancax Rêber Apo dikare van biryaran bike pratîkê û wekî sermuzakerevan dikare pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne. 

Rêber Apo ji 1993’yan heya roja me ya îro çendîn car agirbestên yek alî îlan kir, ku bikare bi awayekî demokratîk pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Ji bo vê pêşniyarên çareseriyê bipêş xistiye, bi maqul-aqilane nêzik bûye ku li dinyayê heya niha nêzîkatiyek bi vî rengî nehatiye dîtin. Encax dewleta Tirk, ji ber ku wê demê xwediyê çareseriyeke polîtîk nebû ev hewildan bê encam man. Serokê giştî yê MHP’ê û şirîkê desthilata heyî Devlet Bahçelî di 22’yê Cotmeha 2024’an de bang kir. Rêber Apo jî bi ihtîmala ku ji nava dewletê îradeya çareseriyê bipêş bikeve bersiveke erênî da vê bangê.  

Biryara fesixkirinê 

Tevgera me ya Azadiyê, ji ber ku ji hêza çareseriya Rêber Apo bawer dike biryarên wisa pir radîkal ên wekî fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Ancax gavên wiha mezin dikarin pêşiya çareseriyeke demokratîk vekin. Di vê mijarê de me xwest îrade û biryardariya xwe nîşan bidin. Ji ber vê Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi 30 hevalên me yên gerîla re çekên xwe şewitandin. Bi vî awayî hate îspatkirin ku dema şertên guncaw ên siyasî bi gavên pêwîst ên hiquqî bêne avakirin, bi hezaran gerîla jî wê çekên xwe deynin. Jixwe wê demê Devlet Bahçelî jî di vê çarçoveyê de axivî û got diviyabû ew kesên ku çek şewitandine bi derxistina qanûnên pêwîst berê xwe bidana Tirkiyeyê. Devlet Bahçelî bi vî awayî danîbû holê ku vegera li Tirkiyeyê wê çawa be. 

Me hêzên xwe ji nava sînor derxist 

Wekî Tevgera Azadiyê, ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û ji bo bikarin îradeya xwe ya çareseriya siyasî-demokratîk deynin holê me hêzên xwe yên di nava sînorên Tirkiyeyê de derxistin derveyî sînor. Me li Qadên Parastina Medya hin çeperên xwe jî ji ber pevçûnên muhtemel vala kirin. Dîsa di 2017’an de me hin rêvebirên MÎT’ê dîl girtibûn, me van kesan jî teslîm kir.  

Me ev gav hemû ji bo avêtina gavên siyasî û hiqûqî bipêş xist, ku bikarin xwe bighînin çareseriya siyasî-demokratîk. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê bi Rêbertiya me re hin hevdîtin çêbûn û hin şehîdên me yên li Qadên Parastina Medya hatin girtin. Derveyî van mijaran, heya niha wisa gaveke cudatir nehatiye avêtin.  

Ji berdevkên dewletê helwestên neyînî 

Me her tim ji bo çareseriya siyasî-demokratîk, raya giştî ya Kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê, em di vê mijarê de hesas nêzîk bûn, lê hin berdevkên desthilat û çapemeniya nêzîkî desthilat, amadekirina raya giştî li aliyek, berevajî wê ji bo avakirina hest û fikrên neyînî kar kirine, helwest raber kirine. Nêzîkatiya neyînî ya li hemberî muxalefetê jî bûye sedem ku ji pêvajoyê re desteka civakî zêde nebe. 

Rapora komîsyonê 

Komîsyona ku li Meclîsê avabû me erênî dît. Ancax pêvajoya amadekirina raporê pir dirêj ajot û raya giştî baş nehate amadekirin. Tevî ku muxatabê esas Rêbertiya me ye û aliyê çareseriyê ye, di vê pêvajoyê de Komîsyona Meclîsê bi Rêbertiya me re tenê carak hevdîtin kiriye. Di encamê de Komîsyona Meclîsê raporek amade kir. Tevî hemû kêmasiyên xwe jî ev rapor di pratîkê de dikare bandorên erênî bide çêkirin. Ancax hê jî feraset û pêşniyarên di raporê de pratîze nebûne. Ev jî wisa nîşan dide ku desthilat, bi awayekî rast û samîmî nêzîkî pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabe.  

Muxatabê fermî 

Rêber Apo vê pêvajoyê, di 27’ê Sibata 2025’an de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û tempoya wê bilid kir. Rêber Apo dixwaze serdema pevçûn û rageşiya sed salan ê di navbera Tirkiye û gelê Kurd de xilas bike ku komareke demokratîk derkeve holê, bi riya Entegrasyona Demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bibe. Armanc jî, hewildan jî di vê çarçoveyê de bipêş dikevin. Ancax Rêber Apo ji bo ku bikaribe di pêkanîna armancekê wiha de rola xwe bilîze divê wekî muxatabê fermî bê dîtin. Bi vî awayî wê derkeve holê ka di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de dewlet xwedî îrade ye an ne. Pevajoyeke rast a çareseriyê ancax bi nasîna muxatabtiya hiqûqî ya Rêber Apo dikare dest pê bike, bi diyarkirina vê statûyê dibe. 

Rêber Apo ji bo hevdîtinên têne kirin û tiştên têne gotin bi watedar û encamgir bibin gelek caran qala zelalkirina statûya xwe kiriye. Ger cihê Rêber Apo ji hêla qanûnî û siyasî ve diyar bibe û bi derdorên cuda re bikare li ser vê esasê hevdîtinan bike wê demê dikare bi awayekî encamgir rola xwe bilîze. Ger ku na Rêber Apo bi hevdtinên ku dem bi dem bi şande re dike nikare rola xwe ya esasî bilîze; jixwe di rewşekê wiha de ne mimkûn e rola xwe bilîze jî. 

‘Nêzikatiya li dijî Rêber Apo 

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û Rêber Apo jî di asta yekemîn de muxatabê vê pirsgirêkê ye. Nêzîkatiya heyî ya beramberî Rêber Apo nîşan dide ku ev pirsgirêka sed salî û çareseriya wê rast nayê nirxandin. Digel ku ev rastî li holê ye, gotinên serokê Meclîsê, gotinên rayedarên AKP’ê ku dibêjin pêvajo dimeşe, xitimandinekê nîne rewşa heyî îfade nake. Kengê statûya Rêber Apo diyar bibe, kengê Rêber Apo bikare xwe bighîne şertên xebata azad wê demê dikarin qala pêşketina pêvajoyê bikin. Ancax di rewşekê wiha de wê gelê Kurd û raya giştî ji pêşketina pêvajoyê bawer bike û desteka pêvajoyê bi awayekî lez zêde bibe.  

Ji bo ku pêvajo bipêş bikeve 

Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşbikeve divê bi biryareke siyasî statûya Rêber Apo bê diyarkirin, dîsa ji bo ku siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve divê gavên qanûnî bêne avêtin. Bi temamî çek danîn û ketina nava siyaseta demokratîk bi avêtina gavên hiqûqî dibe. Ev rastî ji destpêka pêvajoyê heya niha ji hêla hemû derdoran ve tê zanîn. Ji ber vê li ser gavên qanûnî û pergala hiqûqî nîqaş hene. Di encamê de ew gotinên ku avêtina gavên hiqûqî ‘bi tespît û teyîdkirina danîna çekan ve girê didin’ rastiyê îfade nakin. Ev nêzîkatî serê raya giştî zêdetir tevlihev dike. Tu dibêjî qey ji bo siyaseta demokratîk bi awayekî azad bipêş bikeve û ji bo azadiya gotin û xwe birêxistinkirinê qanûn hatine derxistin, lê aliyê din gotiye em çek bernadin, em nayên! Berovajî Rêber Apo ji bo ku veger bi awayekî lez pêş bikevin xwest zemîna qanûnî û hiqûqî bê amadekirin. Di esas de rayedaran gotibûn wê piştî cejnê gavên hiqûqî bêne avêtin, ancaş hê jî ji bo pêşketina pêvajoyê gavên qanûnî yên pêwîst nehatine avêtin.  

‘Pêşengê pêvajoyê Rêber Apo ye 

Me, wekî Tevgera Azadiya Kurd di kongreya ku PKK hate fesixkirin û li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî hate bidawîkirin de, biryar da ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hêla Rêber Apo ve bê meşandin. Sermuzakerevan û pêşengê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê li gorî vê rastiyê wekî muxatabê esasî rewşa siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û bikaribe xwe bighîne şertên xebata azad. Ev pêvajo, ancax bi vî awayî dikare rast bê meşandin û dikare biçe encamê. Di vê pêvajoyê de me tiştên pêwîst kirin, heya kes li bendê nebû em di vê astê de gav bavêjin. Êdî ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biçe encamê divê statûya Rêber Apo bê diyarkirin, gavên qanûnî û hiqûqî bêne avêtin. Xwestek û bendewariya gelê me jî, hêzên demokratîk û ya me jî ev e.”