Televîzyona Hûsiyan kampanyaya reşkirina rojnamegerên jin dimeşîne
Federasyona Rojnamegerên Navnetewî, kampanyaya di televîzyona ‘El -Huviye’ ya girêdayî Husiyan de li hember rojnemvanên jin ên Yemenê hatiye destpêkirin, şermezar kir û got ku ev şermeke mezin e.

Yemen – Di çarçoveya hewldana medyaya Yemenê ya bêdengkirina dengê jinên serbixwe de, televîzyona ‘El-Huviyye’ ya girêdayî Husiyan, li dijî rojnamevanên jin ên Yemenê ku di televîzyonên ‘Belkîs’ û ‘Yemen Şebab’ de dixebitin, kampanyaya reşkirinê dan destpêkirin.
Federasyona Rojnamegerên Navnetewî, derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Federasyonê, aşkera kir ku televîzyona El-Hubiyye kampanyaya reşkirinê li hember rojnamevanên jin ên Yemenê yên di televizyonên ‘Belkîs’ û ‘Yemen Şebab’ de dixebitin, daye destpêkirin. Federasyonê ev kampanya wek ‘biçûkxistin û şerm’ binav kir.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ev kampanya mînaka tundiya xwe dispêre zayenda civakê ya li dijî jinên rojnameger ên li Yemenê di xebitin e ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev televîzyona ku li peytexta San a di bin kontrola Husiyan de weşanê dikin, naverokên tije bêbextiyên ku weke ‘bêşerm’ binav dikin û jinên pêşkêşvan dikin hedef, diweşînin. Ev jî, wek hewldanek olî ji bo bêdengkirina dengê jinên serbixwe yê di medyaya Yemenê de ye hat nirxandin.
‘Divê berpirsên kampanyayê bên cezakirin’
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Federasyon û Konseya Zayenda civakê, li gel Sendîkaya Rojnamegeran a Yemenê vê kampanyayê şermezar dikin û bang li saziyên eleqeder kir ku li hember van cûreyên êrîşan gavên zagonî bavêjin.”
Sekreterê giştî yê Federasyonê, destnîşan kir ku ev kampanya binpêkirinek eşkere li hember rojnamegerên jin e. Federasyonê ragihand ku li gel hevpîşeyên jin ên hatine hedefgirtin di nava piştevaniyê de ne û divê berpirsên kampanyayên hiqûqî, werin cezakirin.
Federesyonê diyar kir ku tundî û tacîza li hember rojnemvanên jin û li seranserê dinyayê diyardeyek ku zêde bûyî ye û wiha got: “Yemen di vê mijarê de îstisnayek nîne. Li gorî lêkolînên hatin kirin, ji sedî 60’ê rojnamevanên jin ên Yemenê ji ber pîşeyên xwe rastî tundî, tacîza onlîne tên, ji sedî 63’ê wê yên weşan dikin neçar mane nasnameyên xwe veşêrin û ji sedî 93’yê wan her tim fikara tacîz û gefan dijîn.
Seroka Konseya Zayenda Civakî ya Federasyona Navnetewî Maria Angeles Samperio diyar kir ku kampanyaya mijara nûçeyê binpêkirinek cidî ya sînoran e û wê li hember wê bêdeng nemînin. Maria got: “Konsey bi biryar piştevaniya rojnamevanên jin ên Yemenê dike. Divê hemû kesên ku medyayê wek amûrek lihevxistin û bê rûmetkirinê bikar tînin, hesab bidin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê rêz li pîşeya rojnamegeriyê bê girtin, divê ji gotinên hêrsê yên zayendî, koka civakî, siyasî yan jî di bingehê olî de gur dike, dûr bikevin. Hat diyarkirin ku ev cûreyên kampanyayan, tê wateya kêmbûnek di pêkanînên medyayê de neyê qebulkirin û wê li hember vê yekê bêdeng nemînin.