‘Têkoşîna YPJ’ê ya 14 salan wê bidome’

Di konferansa jinan a ji bo misogeriya mafên jinan de, berdevka Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksen Mihemed da zanîn ku hebûna YPJ’ê di artêşa Sûriyeyê de girîng e û ev yek neyê erêkirin jî wê têkoşîn û xebatên wan berdewam bikin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Konferansa jinan a ji bo misogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê ya nû de ku di 17’ê Adarê li Qamişloyê hatibû lidaristin, beşdariyeke berbiçav a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwe nîşan da. Ji bo daxwaza temînata mafên leşkerî yên jinan û parastina statuya wan di hemû qonaxên entegrasyona hêzê de bikin, beşdar bûn. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di konferansê de daxwaz kir ku mafên wan di nava hemû saziyên entegrasyona leşkerî de bikevin bin temînatê û werin parastin.

Berdevka Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksen Mihemed ji ajansa me re da zanîn ku hebûna YPJ’ê di artêşa Sûriyeyê de pir girîng e û ev yek neyê erêkirin jî wê têkoşîn û xebatên wan xurtir bin û berdewam bikin.

‘14 sal in em pêşengiyê dikin’

Roksen Mihemed behsa têkoşîna jinan di Şoreşa Rojava de kir û diyar kir ku pêşengên şoreşê gihîştin şehadetê da ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û got: “Em di konferansa jinan a ji bo misogeriya mafên wan di destûra Sûriyeyê de amade bûn. Xalên bingehîn ên ku di konferansê de tên nîqaşkirin mijarên mafên jinan ku wê di destûra Sûriyeyê de çawa werin parastin bûn. Ji ber ku gelek destkeftiyên jinan hene, 14 sal in têkoşîna xwe di hemû astan de didomînin û pêşengiyê ji gelek destkeftiyên mezin re kirin. Jinan şoreşek li dar xist, şoreşeke ku bû mînak ji hemû cîhanê re. Gelek pêşengên vê şoreşê gihîştin asta şehadetê ji bo ku mafên jinan û hebûna wan misoger bibe. Helbet ji bo ku ev destkeftî werin parastin xebat û têkoşîneke gelek mezin hat meşandin. Ev têkoşîn, xebat û destkeftiyên ku bi salan e hatine meşandin ji vir û pê de wê bi çi awayî be, mafên jin çawa werin misogerkirin ev îro tên nîqaşkirin.”   

‘Dema ku em dibêjin YPJ’ em dibêjin parastin’

Roksen Mihemed da zanîn ku hebûna YPJ’ê di artêşa Sûriyeyê de pir girîng e û wiha berdewam kir: “Em jî weke YPJ dipirsin, ji niha û pê ve dê rewş çawa be? Ji destpêka Şoreşa Rojava ve YPJ’ê di gelek waran de roleke girîng lîst. Di warê fikrî, rêxistinî, leşkerî û profesoneliya di qada leşkerî de hebûn û nasnameya jinan parast. Vê yekê rengek da QSD’e û YPG’ê bû stûna bingehîn di vê hêzê de. ”

‘Bi dengê jinan wê YPJ cihê xwe di destûra Sûriyeyê de bigre’

Roksen Mihemed da zanîn ku hebûna wan hebûna civakê ye û hebûna civakê hebûna wan e wê bi destekî têkoşîna xwe li Sûriyeya azad û demokratîk ava bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê weke YPJ’ê heta dawiyê vê têkoşîna xwe bidomînin. Gere rê û rêbazên ku di çalakiyan de werin meşandin jî cuda be. Divê ku YPJ bibe hêza parastina hemû jinên Sûriyeyê. Ji ber ku heta niha jî em dibînin komkujî, revandin û koçberkirin heye ji bo wê jî her jineke ku dixwaze jiyana xwe bike ewlehiyê û maf û nasnameya wê misoger bibe di destûra Sûriyeyê de dengê wê gelekî girîng e. Weke rêxistinbûyîn beşdarbûna me di artêşê de wê guhertinên gelekî mezin di nava artêşê de çêbike. Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve bibê. Ji bo wê jî her jinek divê bi çalakî, deng û helwestên xwe bang bike, bixwaze ku YPJ hebe. Em weke YPJ’ê bawer in gelê me li pişta me ye û em jî li ser vê baweriyê dimeşin. Hebûna me hebûna civakê ye hebûna civakê hebûna me ye ji bo wê jî em ê bi hev re vê têkoşînê ber bi Sûriyeya azad û demokratîk ve bibin.”