‘Tekoşîna ku min ji bo kurê xwe da aniha ji bo Hatayê didim’

Emsal Atakan da zanîn ku bi salan tekoşîna adalete ku ji bo kurê xwe ê li Antakyayê di berxwedana Gezî de hat qetilkirin da aniha jî ji bo Hataya ku ji ber erdhejê wêran bûye têbikoş e.

Hatay-Birînên erdheja Antakyayê ya ku ji ber erdhejên navenda wê  Mereşê pêk hat û xerabûnek mezin lê çêbû, hê nehatine pêçandin. Li bajarê ku pirsgirêka stargeh û avê berdewam dike, kesên ku konan nabînin hewl didin ku pêwîstiyê xwe li serayan bi cih bînin.

Di nava bermahiyên avahiyên hilweşiyayî de hê jî bi sedan cenaze heye, li hin avahiyan jimareyên têlefonê yên bi nivîsa "Di nava vê kavilê de cenaze heye" hatin hiştin. Li derdora xirbeyan kîrêç hatiye rijandin daku bêhna cenazeyan belavî derdor nebe û xebatên rakirina xirbeyan jî dîdome  Li herêma ku cîhê ku xirbe lê hatin rijandin, parçeyên laşê mexdurê erdhejê yê ku hefteya borî jiyana xwe ji dest dabû, hatin dîtin.

'Em di demeke pir zehmet de derbas dibin'

Dayika Ahmet Atakan ê di berxwedana ku di sala 2013'an de li Parka Gezî ya Stenbolê dest pê kir û piştre li giştî welat belav bû û hat qetilkirin, diyar kir ku ew ê têkoşîna ku ji bo kurê xwe dewam kiriye, niha jî ji bo Antakyayê bidomîne.

Emsal Atakan, anî ziman ku tevî hemû zor û zehmetiyan ew ê bajêr neterikînin û diyar kir ku hê jî cenaze ji binê xirbeyan derdikevin. Emsal Atakan, diyar kir ku piştî karesata ku li wan hat kirin dewletê ew hişt ku bimirin û ji ber erdhejê 4 roj û 4 şevan bê nan û av man û ev tişt parve kir:

“Bi hezaran qurbaniyên me hene û bi sedan kesên ku nehatine dîtin hene. Em rojên pir dijwar derbas dikin. Em pir xemgîn in. Êşa me mezin e. Dilê me diêşe, lê em ê ti carî hevgirtina gel ji bîr nakin. Kamyonên ku ji aliyê gel hat şandin jî astengkirin. Mala kesî li vir nîne. Hê jî bi hezaran kesên ku nikarin xwe bigihînin konan hene. Li 11 parêzgehan felaketeke mezin çêbû, lê belê herî zêde zirar dît Hatay e. ji ber ku vir terkî mirinê kirin. Ji bo hinek cîhan alîkarî şandin. Em di ferqa vê tiştê de ne.”

'Hîn jî em nikarin xwe bigîhînin ava paqij'

Emsal Atakan di berdevamiya axaftina xwe de  destnîşan kir ku ew ê weke gelê Hatayê tiştên ku hatine jiyankirin ti carî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin û ew ê bi têkoşînê Hatayê ji nû ve ava bikin.  tevî ku mehek derbas bûye jî pêdiviyên bingehîn ên mirovan nayên bicihanîn û wiha pêl da gotinê xwe:

“Em ji vir naçin, em li vir in û têkoşîna xwe didomînin. Hatay ya me ye. Ev welat yê me ye, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Êşa me mezin e, lê hêrsa me jî mezin e. Elektrîk nû hatiye vir. Ava paqij tune. Em hîn jî nikarin xwe bigîhînin ava paqiş. Hewa sar e, mirov nikare di konan de bimîne. Baran, befr û bahoz dibare. Zarok hemû nexweş bûn û wesayîtek jî tunebû ku wan rakin nexweşxaneyê. Ev rewş li gundan hîn xerabtir e.”

Li pişt tenê êş û têkoşîn ma'

Emsal Atakan bi bîr xist ku bi salan e ji bo kurê xwe yê qetilkirî têkoşîna edaletê dimeşîne, lê bersivê nabîne û got ku ew ê ji niha û pê ve ji bo Hatayê têbikoş e. Li gel hemû zehmetiyan jî ew ê mal û bajarên xwe neterikînin û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Hatay cihekî ji nû ve hatiye avakirin e ku 7 caran wêran bûye û piştî vê hilweşandinê em ê vî bajarî ji nû ve ava bikin. Di sala 2013’an de kurê min Ahmet Atakan li Armûtlûyê hat qetilkirin. Deh sal in ez ji bo kurê xwe edaletê dixwazim. Edalet pêk nehat û kujerên wan nehatin darizandin. Niha me erdhejê dît û mehek di ser erdhejê re derbas bû. Ew mirov ji mirinê re hiştin. Kesên ku parçeyên wan di bin xirbeyan de mane hene. Vê yekê tenê êş û travma ji me re hişt. Bawerî û hêrsa me ya li hemberî vê hê zêdetir bû. Dilê me cihê agir e…”